Delegasyona Zapatîsta û jinên kurd hatin cem hev 2021-09-25 10:43:41     NAVENDA NÛÇEYAN - Baskê pêşî yê meşê ku Zapatîstayan ji pênc parzemînan dabûn destpêkirin 22'yê îlonê gihaştibûn Franktûrtê. Li vê derê saziyên jinan ên kurd re hatin cem hev.   Ji Meclîsa Jinan a Amara û Women Defend Rojava, komeke ji 6 kesa pêk hatî bi delegasyona Zapatîsta re hatin cem hev. Jinan li ser birdoziya rizgariya jinê, konfederalîzma demokratîk, rengên rêveberiya xweser dan û standin, her wiha têkoşîna hevpar a dijî kapîtalîzmê jî nîqaşên berfireh kirin.    Baskê pêşî yê meşê ku Zapatîstayan ji pênc parzemînan dabûn destpêkirin 22'yê îlonê gihaştibûn Franktûrtê. Li vê derê saziyên kurd jî di nav de ji bo heftiyekê bi rêxistinan re hatin cem hev.   Delagasyonê her wiha bi jinên kurd û endamên Women Defend Rojava re hate cem hev. Jinan derheqê Tevgera Jinên Kurd, birdoziya wan, konfederalîzma demokratîk û têkoşîna netewî delegasyona agahdar kirin, her wiha wan jî ji li ser mijara rêveberiya Zapatîstayê agahî girtin. Piştre hat nîqaşkirin bê ka li dijî pergala kapîtalîst têkoşîna hevpar a navnetewî çawa dikare were dayîn.