Sebîha Sebrî: Dê bi xwedîderketina li PADÊ îradeya xwe biparêzin 2021-09-25 09:03:59     Evîn Zenda    ŞENGAL - Dê di 10’ê cotmehê de li Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê bê lidarxistin. Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî diyar kir ku pêwîste deng û rengê civaka êzidî di parlamentoya Iraqê de hebe û got: "Berê jî li ser navê êzidiyan parlamenter hebûn lê rojekî daxwaza vê civakê nebihîstin. Bi keda zarokên vê civakê partî hatiye avakirin û ji bo vê jî civak dê xwedî li PADÊ derkevin."    Li Iraqê di cotmeha sala 2019'an de ji ber qeyranên aborî û siyasî çalakiyên protestoyî yên gel hatin lidarxistin, li ser vê yekê hikûmeta bi serokatiya Adil Ebdilmehdî îstifa kiribû. Serokê Servîsa Îstixbaratê ya Iraqê Mistefa El-Kazimî hikûmeteke nû ava kir. Lê li ser daxwaza xwepêşandêran biryar hat dayîn ku hilbijartina berwext di 10'ê cotmeha îsal de bê kirin.    Li Iraqê 167 partiyên siyasî û kom hene û 3 hezar û 249 namzed di vê hilbijartinê da wê têbikoşin. Ji wan namzedan 951 jin hene. Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) wê bi 4 namzetên serbixwe tevlî hilbijartinê bibin û her wiha 3 namzetên wan jî jin in. Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidî (PADÊ) jî bi namzetê xwe Semîr Şêx Derwîş tevlî hilbijartinê dibin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi tena serê xwe û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê jî wê bi hev rê beşdarî hilbijartinê bibin.    Derbarê hilbijartin û xebatên PADÊ dê Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî ji ajansa me re axivî û bal kişand ser xwedîderketina li PADÊ.    'PADÊ her dem bi civaka xwe re bû'    Sebîha, di destpêka axaftina xwe de qala kar û xebata PADÊ kir û destnîşan kir ku partiya PADÊ ji bo civaka êzidî çi ji destê wê hatiye pêşkêşî civaka xwe kririye û got: “PADÊ beriya fermana 2014’an li Şengalê xwe birêxistin kir. Dema fermana 2014’an PADÊ bi navê TEVDEM'ê xebatên xwe dimeşand. Di dema fermanê de PADÊ bi derfetên kêm û bi çend kesan xebat dida meşandin. Lê belê her demê di rewşa herî zorê de li cem gelê xwe bû. Her di nav hewldana parastina civaka xwe de bû.”   'Nehîştin dengê êzidiyan bighije parlamentoyê'   Sebîha, diyar kir ku piştî fermanê TEVDEM bi navê PADÊ li Îraqê bi awayekî fermî hat qebûlkirin û wiha axivî: "Di sala 2018’an de jî beşdarê hilbijatinên parlemantoya Îraqê bûn. Lê belê di wan salên dawiyê de dijmin di nav hewldanan de bû ku dengê civaka Şengalê negihije nav perlamantoya Îraqê. Ji bo em nebin xwedî îrade û hêz çi ji destê wan hat kirin. Ji bo vê jî PADÊ nekarî bi namzetê xwe Semîr Şêx Derwîş derbasî perlamantoya Îraqê bibe.”   'Em ê xwedî li partiya xwe derkevin'    Derbarê hilbijartinên îsal a perlamentoya Îraqê de jî Sebîha wiha nêrînê xwe anî ziman: "Partiya ku wê bikaribe îradeya azad a civaka êzîdî temsîl bike PADÊ. Îsal em nêzî hilbijartinan dibin. Partiya Azadî û Demokratîk a Êzdiyan PADÊ carekî din beşdar bûye û Semîr Şêx Derwîş weke namzeta xwe diyar kiriye. PADÊ partiyekî wiha ye ku bê navber di nav civaka xwe de xebatê dide meşadin. Ji bo ku nanekî û avakî ji zarokên me re peyda bikin her tişt kirine. Partiya PADÊ li hember civaka xwe gelekî ked daye. Ji bo vê jî PADÊ ji bo me gelekî girîng e. Çawa ku di fermanê de xwedî li me derket pêwîset em îro xwedî li partiya xwe derkevin.”   'Gelo çima hilbijartin di 10’ê cotmehê de pêk tê?'   Sebîha, di axaftina xwe de balkişand li ser Peymane 9’ê Cotmehê ku bê îradeya civaka êzîdî hat imzekirin û wiha berdewam kir: “Gelo me qet ji xwe pirs kir ku çima hibijartinên Îraqê yên pêşwext wê di meha Cotmehê de pêk tê? Ev jî temamkirina komploya ku li ser civaka me sala borî hat kirin. Ji bo kesên ku bûn sedema fermanê û nexerxweziya vê civakê kirin bila carekî din nebin desthiladar li ser me. Lazime em vê komployê pûç bikin. Pêwîste deng û rengê civaka êzidî di perlamana Iraqê de hebe.”   'Rojek parlamenekî êzidî nehat Şengalê'    Berdevka TAJÊ Sebîha, debarê kesên ku berê bi navê êzidiyan di parlamena Iraqê de cihê girtine de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Rojekî daxwaza vê civakê nebihîstine û nizanin civak çi dixwaze, wê çawa bikaribin temsîla me bikin? Beriya hilbijatinê jî gelek êzidî bi navê partiyên cûda cûda di parlemanê de cih girtibûn. Lê belê wan kesan rojekî nehatin Şengalê. Daxwaza vê civakî guhdarnekirin. Heta piştî fermanê jî piştgiriyek nedan vê civakî. Ji bo wê jî ya ku di nav civaka xwe dijî û êş, zehmetiya vê civakê dijî ew xwedî vê civakîne û ewin yên ku dikarin me temsîl bikin. Tu carî kesekî derveyî Şengalê be nikare Şengalê temsîl bike. Ji ber ku Şengal bi êzidyan tê naskirin û êzidî bi Şengalê tê nasîn. Lazime civaka me di ferqa vî tiştî de be.”   'Partî bi xwîna şehîdan hatiye avakirin'    Sebîha, mijara eleqedariya civakê û xwedî li derketina bi PADÊ ya gel jî wiha şîrove kir: "Civaka me êdî lîstokên dijmin nasdike. Taybet piştî şehadeta Heval Seyîd civak hîn zêdetir nêzî partiya xwe bû. Ji ber ku ev partî bi xwîna şehîdan hatiye avakirin û heta îro hatiye. Bi keda zarokên vê civakê partî hatiye avakirin. Ji bo vê jî civak xwe di nav PADÊ de dibîne. Ji bo civakê jî xwedîderketine li xwîna şehîdan xwedîderketina li civaka êzidî û PADÊ ye.”   'Bi tu awayî temsîliyeta êzidiyan qebûl nakin'    Sebîha Sebrî, di axaftina xwe de qala siyaseta ku li hemberî êzidiyên ku li wargehên Herêma Federal a Kurdistanê dijîn kir û wiha bi lêv kir: "Rêz û hurmeta me ji êzidiyên ku li wargehên başûrê Kurdistanê dijîn re heye. Divê bizanin ku niha di bin desthladariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) de ne, lê bi tu şeklî civaka me qebûl nakin. Îradeya ku li Şengalê bi xwîna zarokê vê civakê avabûye PDK qebûl nake. Ji ber zextên PDK'ê êzidî nikarin ji wargehê derkevin. Armanca wan jî ew e ku me parçe bikin û li hemberî yekitiya me bibin asteng. Mînaka herî biçûk jî ew e ku di daliqandina wêneyên namzeta PADÊ Semîr Şêx Derwîş, li wargehê hatiye qedexekirin. Ev ji mere dide diyar kirin ku PDK’ê kesên ku temsîla îradeya xweser ya civaka êzidî bike qebûl nake û nikare tehemûl bike.”   'Îro roja parastina îradeya me ye'    Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî di dawiya axaftina xwe de bang li êzidî û bi taybetî jî li jinan kir ku li hemberî siyaseta dijmin baldar bin û destê xwe bidin li ser wijdana xwe û wiha dengê xwe bikarbînin û got: "Kesên ku di zehmetiyan de li gel me bû wê di pêşarojê de jî ji bo me kar bikin. Lazime civaka me çavên xwe veke. Dost û dijminê xwe nasbike. Em di şerekî siyasî de ne. Ligel hemû hewldana parçakirna me, pêwîste em dengê xwe ji bo pêşarojekî azad ji zarokên xwe re bihêlin xwedî li Şengala xwe derkevin. Îro roja parastina îradeya me ye."