Ajansa me carek din hat astengkirin! 2021-09-25 08:27:27     NAVENDA NÛÇEYAN - Navnîşana înternetê "jinnews38.xyz" ku ajansa me li ser weşanê dike, bi biryara 1'yemîn Dadgeriya Sulh Cezayê ya Amedê hat astengkirin.    Astengî û qedexeyên li hemberî Ajansa me JINNEWS’ê berdewam dikin. Navnîşana înternetê "jinnews38.xyz" ku ajansa me li ser weşanê dike, bi biryara 1'yemîn Dadgeriya Sulh Cezayê ya Amedê hat astengkirin.    Bi vê biryarê re cara 41'emîn e ku weşana ajansa me tê astengkirin.   Niha em weşana xwe ji ser navnîşana înternetê  jinnews39.xyz berdewam dikin.