Ji bo derbasbûyina 'qawişa bêalî' zext li Gulustan Onver tê kirin 2021-09-24 14:42:49   WAN - Hevseroka MEBYA-DER'ê ya girtî Gulustan Onver bi rêya hevdîtina telefonê ya bi keça xwe re da zanîn gardiyan ji bo derbasî 'qawişa bêalî' bibe zextê lê dikin.    Di 19'ê Gulanê de polîsan bi ser mala Hevseroka Şaxa Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaredariyê Winda Kirine (MEBYA-DER) ya Wanê Gulustan Onver girtin û piştre Gulustanê şandin girtîgehê. Hat hînbûn ku gardiyan ji bo Gulustanê derbasî  'qawişa bêalî' bibe zextan lê dikin. Keça Gulustanê dema diçe serdanê gardiyan 'qawişa bêalî' nîşanî wê didin û pirsa 'çima diya te derbasî vir nabe' dikin. Di hevdîtinê de Gulustanê diyar kir ku garidyan ji bo ew derbasî 'qawişa bêalî' bibe zextan lê dikin. Her wiha Gulustanê diyar kir ku ew guh nade gotinên gardiyanan û ew ê serî li rêyên hiqûqî bide.    Gulustanê di hevdîtinê de bal kişand ser şerdên girtîgehê jî û da zanîn qawiş bi rutubet e û sar e. Her wiha Gulustanê da zanîn ji ber ew ji pişta xwe du caran, ji stûyê xwe jî 3 caran ji ber fitixê emeliyat bûye û loma nikare pêdiviyên xwe yên şexsî bîne cih.