Beriya "Nobeta Edaletê" polîsan dest danî ser pankartan 2021-09-24 13:34:55   RIHA - Nobeta Emîne Şenyaşar û lawê wî 200 roj in didome. Tê payîn ku îro 200 parezêr tevlî nobeta Malbata Şenyaşar bibin û li ber derê edliyeyê daxuyaniyek bidin. Bêriya daxuyaniyê polîsan wêneyên ku Malbata Şenyaşar daxistibûn ber edliyeyê desteserkirin.   Xizmên Parlametnerên AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsê di 14’ê hezîrana 2014’an de êrişî ferdên Malbata Şenyaşar kiribûn û sê ferdên malbatê hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar jî ji bo edalet di dosyeyê de pêk were û Fadil Şenyaşar ê girtî were berdan ji 9’ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digirin. Nobeta malbatê 200 roj in didome. Emîne û Ferît Şenyaşar wek her roj ji navçeya Pirsûsê hatin û li cihê çalakiya xwe dest bi nobetê kirin.    Her wiha tê payîn ku Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê bi sedan parêzer li ber Edliyeya Rihayê beşdarî Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar bibin û saet di 14.00’an de daxuyanî bidin çapemeniyê.    Di saatên sibehê de li ber derê edliyeyê ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin û gelek hêzên ewlehî hatiye girtin. Berîya daxuyaniyê Emine û lawê xwe Ferît xwestin li ber derê edliyeyê wêneyên bûyerê bi şoveleyan daxînin. Piştî ku polêsan ew wêneyan dîtin ew wêneyan desteserkirin. Her wiha pankarta ku malbat vekiribûn jî desteserkirin. Di navbera malbata şenyaşar û polîsan de demekê nîqaş derket.