'Tirkiye dixwaze planên xwe yên qirêj bi Hewlêr û Bexdayê bide kirin' 2021-09-24 09:01:54     Medya Uren   MÊRDÎN - Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Şengalê û geşedanên li wir da zanîn bi fikir û ramanên Abdullah Ocalan jinên Êzidî bêtir pêş ketin lê belê dewleta tirk vê ji xwe re wekî talûkeyekê dibîne û ne li gor berjewendiyê vê dewletê ye. Rihamê wiha dewam kir:"Dewleta tirk di her fersendê de êrişî Şengalê dike û planên xwe bi rêya hikumeta Hewlêr û Bexdayê dide kirin. Daxwaza dewleta tirk ew e ku li Iraqê hêza xwe bi cih bike û hikumeta herêmê jî vê rastiyê nabîne ya jî naxwaze bibîne."   Şêniyên Şengalê piştî fermana 74'an bi berxwedanek mezin ku jinê pêşengtiya wê kir pergala xwe ya nû ava kir. Hikumeta Bexda û Hewlêrê jî li gor dewleta tirk a êrişî Şengalê dike tev digere. Bi van polîtîkayên hikumetê re jî rê li ber êrişên Tirkiyeyê tê vekirin. Komkujiyên sivîlan pêk hatin û zirarên mezin dan şêniyên li Şengalê. Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen têkildarî geşedanên li Şengalê diqewimin û êrişên dewleta tirk ên li ser Şengalê ji ajansa me re nirxandin kir.    'Şengal ji xwe re weke gefeke mezin dîtin'   Rihamê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li ser kurdên êzidî û wiha berdewam kir:"Komkujiya 74'emîn a Êzidiyan pêk hat û hemû cîhan bû şahid lê belê êzidî tenê hatin hiştin. Şengal bi komkujî û kuştina jinan re rû bi rû hat hiştin. Gelek jinên êzidî li ber çavên cîhanê hatin firotin. Di 13'ê Mijdara 2015'an de hêzên kurd bi hevkariya hevdu Şengal rizgar kirin. Di vê mijarê de welatiyên Şengalê HPG, YBŞ, YPG û YPJ'ê ji bîr nakin. Wan dest dan welatiyên Şengalê û gelek jin xilas kirin. Êzidiyan piştî rizgarkirina Şengalê pergalek nû ava kirin. Bi pergala nû re me gelek encamên serkeftî bi dest xist. Şengala hatiye firotin êdî bi destên jin û mêrên êzidî tê parastin. Em êdî dikarin bêjin em êzidî ne. Ev serkeftinana ne li gor berjewendiyên hêzên der û dorê bûn. Loma Şengal ji xwe re weke gefeke mezin dîtin."   'Tirkiye dixwaze planên xwe yên qirêj bi Hewlêr û Bexdayê bide kirin'   Rihamê da zanîn Şengal di nava hikumeta Hewlêr û Bexdayê de roleke stratejîk hildigire, ji ber vê sedemê jî her tim bedelên giran daye. Rihamê peymana 9'ê Cotmehê ya Şengalê ku hikumeta Hewlêr û Bexdayê îmze kirine bi bîr xist û got:"Ev peyman bi daxwaza Tirkiyeyê hat morkirin. Dixwazin vê peymanê bi civaka êzidî bidin qebûlkirin. Her wiha Tirkiye dixwaze planên xwe yên qirêj bi Hewlêr û Bexdayê bide kirin. Lê belê heta niha jî ji ber sekin û berxwedana êzidiyan negihiştin armanca xwe. Ne mijara gotinê ye ku em Şengalê li ber destên kesên ku me firotin bihêlin. Em wan rojan ji bîr nakin. Îxanet li Şengalê hat kirin. Di eslê xwe de pêşmergeyan parastin dikirin, lê beriya êrişê bajar terikandin. Kesên ku Şengal hiştin û reviyan nikarin tu dozê ji vir bikin. Şengal a gel e, Şengal ya me ye. Em ê bi dest kesî ve jî nehêlin."   'Gotinên hikumeta Iraqê her tiştî vedibêje'   Rihamê destnîşan kir ku weke her carê Tirkiye plan û bernameyên xwe ji bo pêşerojê amade dike, lê belê hikumeta heyî van rastiyan piştçav dikin. Naxwazin bibînin lê kiryarên wan ne li dijî hêza PKK'ê tenê ye, di kesayeta wan de li dijî hemû gelê kurd in. Rihamê derbarê planên Tirkiyeyê de ev anî ziman:"Tirkiye li herêmê xwe bi cih dike. Heta niha me bi hikumeta Hewlêr û ya Bexdayê re jî gelek hevdîtin pêk anîn. Gotinên ku ji me re kirine jixwe her tiştî eşkere dike. Rexmê berxwedana êzidiyan, dixwazin peymanê ferz bikin. Dibêjin ez vîna we nas nakim, ger hûn peymanê erê nekin jî wê Tirkiye êrişî we bike. Çi bû piştî van gotinan? Tirkiye êriş kir. Bi vê re komkujî kir û berdewam jî dike."   'Hovîtiya DAÎŞ'ê tê dubarekirin'   Rihamê êrişên dewleta tirk nirxand û ev tişt got:"Car din hovîtiya DAÎŞ'ê dubare dibe. Dewleta tirk Nexweşxaneya Şengalê bombebaran kir. Ne zarok, ne jin ne jî tiştekî din dibînin. Çavên wan ji dijminatiyê kor bûye. Bi rêya hikimeta Iraqê ev tên kirin. Li tu derê cîhanê ev yek nehatiye dîtin ku êriş li ser nexweşxaneyekê were kirin û herkes bêdeng bimîne. Bi taybetî jî hemû çapemenî û medyaya wan jî ev bûyer nekirin rojev û belav nekirin. Ger ku hikumet pirsgirêkê bi şêwazeke demokratîk çareser neke jî wê encam xirab be. Lê belê li dijî vê yekê em dikarin Şengalê bikin nimûneya yekîtiyê."   'Em ê di rêya azadiyê de berdêlên din jî bidin'   Rihamê bi lêv kir hikumeta Iraqê dibêje em dewletek federal û demokrat in lê belê êzidî ji mafên rewa nikarin sûdê wergirin û wiha got:" Em jî dibêjin pêwîst e her gelek bi xwe îdareya xwe bike. Ger ku ew jî xwe dewletek wisa dibînin pêwîst e nebin asteng. Çima gelo ji êzidiyan re ev maf nayên naskirin. Bila bizanibin ku em çokê danaynin. Me 74 ferman derbas kirine û bê guman di rêya azadiyê de em ê berdêlên din jî bidin. Belê berdêl çi dibin bila bibin armanca me her nayê guhertin. Em ê di rêya egîdên xwe, di rêya şehîdên xwe de bimeşin."   'Me gelek pêşketin bi dest xist'   Rihamê herî dawî diyar kir bi fikir û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re jinên êzidî gelek serkeftin bi dest xistin û wiha berdewam kir:"Me bi van fikir û ramanan gelek rê derbas kir û em gihaştin astekê. Ev ji me re serkeftinên mezin bûn. Em jin di her qadê de bi cih bûn û niha jî di Xweseriya Şengalê de jinên êzidî rola herî girîng dilîzin. Bi taybet jî li dijî van destkeftiyan in. Me heta niha destûr neda ku ew bigihêjin armanca xwe, em ji niha şûnde jî destûrê nadin."