Derbarê Mudurê Karên Nivîsê ê MA'yê de lêpirsîn 2021-09-23 16:54:38   STENBOL - Bi hinceta nûçeya rojnamegerên ku avêtina welatiyan a ji helîkopterê ji raya giştî re ragihandiye daye weşandin derbarê Midurê Karên Nivîsê yê ajansa MA'yê Ferhat Çelîk de lêpirsîna "helîkopterê" hat destpêkirin.    Bi hinceta nûçeya rojnamegerên ku avêtina welatiyan a ji helîkopterê ji raya giştî re ragihandiye a bi sernavê "Fermana binçavkirina rojnamegeran ji heman cihî ye"   daye weşandin derbarê Midurê Karên Nivîsê yê Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk de lêpirsîna "helîkopterê" hat destpêkirin.  Di çarçoveya lêpirsînê de Ferhat çû Amîrtiya Navenda Polisan a Ferîkoyê û îfade da.    Ferhat, di îfadeya xwe de diyar kir ku bûyera mijara gotinê ye hêjayî nûçeyê ye kirine nûçe û sûcdariyên derbarê xwe de red kirin.