'Min sond xwariye ez dest ji Mexmûrê bernadim' 2021-09-23 10:38:05     Mizgîn Marînos   MEXMÛR - Nêzî du heftiye tevgera balafirên şer û keşfê li ser esîmanê Wargeha Mexmûrê bê navber digerin. Li ser mijarê jinên wargehê diyar kirin ku ji êrişan natirsin û gotin: "Dewleta Tirk çi qasî êrişan li ser wargehê zêde bike jî ew nikare me ji rêya me dûr bixe û nikare wargeha me vala bike. Wargeh tu carî teslimiyet qebûl nekiriye."    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) ku 12 hezar şêniyên wê hene, heta niha gelek caran Dewleta Tirk bi balafiran şer êrişê wargehê kiriye. Di êrişa 6’ê kanûna 2017’an de 5 endamên Hêzên Parastina Cewherî jiyana xwe ji dest dan. Di 13’yê kanûna 2018’an de welatiyên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî di encama êrişê de jiyana xwe ji dest dan. Di 18’ê tîrmeha 2019’an carek din wargeh hat bombekirin û di encamê de du şêniyên wargehê birîndar bûn. Di 15’ê nîsana 2020’an de jî sê jinên ciwan ên wargehê di encama êrişê de jiyana xwe ji dest dan. Derdora wargeha Mexmûrê, Çiyayê Qereçox û devera Miştenur a dikeve tenişta kampê di 15’ê hezîrana 2020’an de bi dijwarî hat bombebaran kir û lê tu ziyanek canî çênebû. Di 5'ê hezîrana 2021'an de jî bi balefira keşfê ya bi çek wargeh hat bombekirin û kesek jiyana xwe ji dest neda. Herî dawiyê jî di 3’yê îlonê de navenda wargehê hat bombebaran kir û di encamê de dayikek û zarokek 4 salî birîndar bûn. He wiha ligel êrişên Arteşa Tirk êrişên DAIŞ'ê jî dem demî li hemberî wargehê pêk hatin.    Her çiqas wargeh bi fermî di bin çavdêriya Komisyona Bilind a Karûbarên Penaberan a Netewên Yekbûyî (YN) de ye jî ev êriş pêk tên. Dîsa nêzî du sal in ji hêla Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ve li hemberî wargehê amborgoyek heye. Nexweş, karker, xwendekar û welatiyên wargehê ji ber ambargoye nikarin derbasî Hewlêrê bibin. Her wiha nêzî du heftene tevgera balafirên şer  li ser esîmanê wargehê bê navber digerin. Jinên wargehê derbarê êrişan de ji ajansa me re axivîn.    'Em dev jî wargehê bernadin'   Jina ciwan Viyan Kutluk, derbarê tevgera hewayî de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Balafirên dijmin her roj li ser wargehê digerin û ev yek li ser derûniya zarokan bandorekî neyînî dike. Armanca tevgera hewayî ya balafirên Tirkiyeyê belavkirin û tirsandina wargehê ye. Lê em gelê wargehê bi hevdu ve girêdayîne û em venaqetin. Gelek caran balafir navenda wargehê daye jî lê em dev jî wargehê bernadin."   'Ji bo valakirina wargehê êrîş dikin'   Viyan, diyar kir ku êriş ji bo valakirina wargehê ye û got: "Niha bi taybetî li ser torên civakî propagandayên ku bandorê li ciwan û zarokan dike tê kirin. Ev tişt ji bo têkbirîna ciwanan tê kirin. Ez hêvidarim ku ciwanên me neyên van lîstokan. Armanca wan revandina ciwanan ya ji wargehê ye. Em çiqas hêza xwe mezin bikin em ê ew qasî li ser lingan bimînin. Ji ber ku me koletiya Tirkiyeyê qebûl nekiriye û me serî netewandiye,  ji ber vê sedemê em penaber bûn. Em ne poşmanin û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."   'Em ji bo azadiyê bi rê ketin'   Gulîzar Salîh jî di axaftina xwe de wiha bal kişand ser armanca êrişên hewayî: "Êrişên dewleta Tirk a li hemberî Gelê Kurd ne nû ne. Jiyana me her bi zilm û zordariya dewletê re derbas bûye. Dema em ketin rê û me penabertiyê tercih kir ne ji bo xweşi û dewlemendiyê bû, em ji bo azadiyê ketin rê. Em dixwazin nasnameyeke me azad, navekî me û welatekî me yê azad hebe. Ji bo her kes me nas bike."   'Ma çi gunehê zarokan heye?'   Gulîzar, diyar kir ku tevgera balafirên keşfê bi taybetî li ser derûniya zaroken bi bandor e û wiha axivî: "Piştî zêdebûna tevgera balafirên keşfê, derûniya zarokên me têk çû û zarokên me pir ditirsin. Em yên temen mezin fêr bûne lê ew zarok in derûniya wan bandor dike. Ma çi gunehê van zarokan heye? Erdogan ji xwe re dibêje ez misilmanim, kiryarên wî ne yên mislimantiyê wihaye! Êrişên li hemberî zarokan ne misilmantiye."    'Ez dest ji wargehê bernadim'   Gulîzar, desnîşan kir ku li wargehê bi salane ji bo jiyaneke bi rûmet berxwedanek heye û wiha bi lêv kir: "Em bi nanê hişk di nav zehmetiyan de mezin bûn. Li vir her malbatek bedelên giran daye. Min bi xwe hevjînê xwe birayê xwe û xizmên xwe yên nêz şehîd dane, ez ê çawa dest ji doza xwe berdim. Eger ku ez ne xwedî nasname bim, eger ku azadiya min nebe ez ê çawa sibe li çavê zarokê xwe mêze bikim û pêşerojekê ji wan re avabikim. Keddayîna me avakirina pêşerojekî azad ji bo zarokên me ye. Min sond xwariye heya ku zindiyek li wargehê bi mîne ez dest ji wargehê bernadim. Ez şehîdên xwe na hêlim. Niha armanca Tirkiyê ya yekem valakirina wargehê ye. Dewleta Tirkiyê çi qasî êrişan li ser wargehê zêde bike jî ew nikare me ji rêya me dûr bixe û wargeha me vala bike. Wargehê tû caran teslîmyetê qebûl nekiriye û çok daneniye."   'Em li ser rêya heqîqetê dimeşin'   Gulîzar da zanîn ku ambargoya ku PDK’ê ya ku du sal in daniye ser wargehê bandorê li welatiyan dike û wiha got: "Hikûmeta PDK’ê bi daxwaza Tirkiyeyê du sal in ambargoyek daniye ser wargehê. Ketin û derketina wargehê qedexe kiriye. Kesên nexweş, zarok, jinên ducanî û kesên bi temen di rêyan de tên asteng kirin û destûr nayê dayîn biçin nexweşxanê. Neyekbûna Gelê Kurd zirarekî mezin dide netewa kurd. Eger ku em bibin yek tu kes li nikare me. Bi taybetî em gelê wargehê divê guh nedin gotinên derdor û yekbûna xwe xurt bikin. Divê em dudiliyê nejîn, dema em ketin li ser vê rêyê me dizanî ku em ê nexweşî û zoriyan bijîn. Heya ku em sax bin em ê li pey doza xwe bin, li pey şehîdên xwe bin. Em tu carî poşman nebûn, ji ber ku em li ser rêyek heqîqetê dimeşîn."   'Em ne tune bidin û ne jî belav dibin'   Bêrîvan Benek jî derbarê tevgera hewayî ya balafiran de bang li aliyan kir ku bi erka xwe rabin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Tevgera zêde ya balafiran a li ser wargehê bêtir zarokan ditirsîne, em bi xwe jî di tirsin. Bila her alî li erka xwe rabe û tevgera hewayê bidin sekinandin. Dema balafir digerin zarokên me di pirsin ev çi dengê wê çi bikin? Me li ser vê xakê gelek şehîd dane û me ked daye. Ev bû 26 sal em derbider bûne û li ber xwe didin. Dixwazin me tune bikin me belav bikin, lê em ne tune dibin û ne jî belav dibin. Li welat ji ber ku me zilm û zordariya dewletê qebûl nekir, me çetetiya wan nepejirand em bûn penaber û niha jî em êrişên ku pêk tê qebûlnakin û em ê heta dawî li ber xwe bidin. Em tenê aştî û yekitiyê dixwazin."