ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2021'Ê 2021-09-23 09:00:00     *Di çarçoveya mîtînga "Ji Nîjadperestî û Zayendperestiyê re Êdî Bes e, Dem Dema Azadiya Jinê ye" li Mêrdînê jî ji aliyê jinên HDP'yî û TJA'yî ve xebat hatin destpêkirin. Aktivîsta TJA'yê Rênas Abruşu diyar kir ku ew ê rexmê êriş û astengiyan jî xebatên xwe bidin meşandin û bi yekîtiya jinên Mêrdînê re tora xwe ya têkoşînê mezin bikin. DÎMEN HEYE   * Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Meliha Atak û Hevseroka HDP’ê ya navçeya Silopiyê Zozan Aşkin, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: “Îqtîdar ji bo ku xwe li ser nigan bihêle tecrîdê kur dike. Tecrît di her qadê de bandorek mezin li ser civakê û jinê dike. Divê pêvajoya çareseriyê carekeidn bê destpêkirin.” BI DÎMEN   * Di meha mijdarê de tê plankirina ku Konferansa Avhewayê ya NY’ê pêk bê. Beriya konferansê ekolojîst û rêxistinên hawirdorê wê li gelek bajarên cîhanê çalakiyan pêk bînin. Di 25’ê îlonê de jî wê li Alsancak a Îzmîrê çalakî pêk bê. Hacer Yeşîlçay ya DSÎP’î diyar kir ku pêşî li germahiya global neyê girtin wê li cîhanê cihê jiyanê nemîne. BI DÎMEN    *Emîne Şenyaşar û Şaxa OHD’ê ya Rihayê çalakiya xwe ya li ber edliyeyê didomînin û ji bo roja 200’î ya Nobeta Edaletê banga piştevaniyê kirin. Parêzer Meral Halat jî diyar kir ew bang dikin ku bibin dengê edaletê ya hevpîşeyên xwe.  BI DÎMEN    *Nêzî du heftiye tevgera balafirên şer û keşfê ku nayê zanîn yên kijan welatî ne li ser esîmanê Wargeha Mexmûrê bê navber digerin. Li ser mijarê jinên wargehê diyar kirin ku ji êrişan natirsin û gotin: "Dewleta Tirk çi qasî êrişan li ser wargehê zêde bike jî ew nikare me ji rêya me dûr bixe û nikare  wargeha me vala bike. Wargeh tû carî teslimiyet qebûl nekiriye." BI DÎMEN