Rêveberiya Xwecihî ya HDP'ê rapora xwe ya çavdêriya qeyûm aşkere kir 2021-09-22 14:14:37     AMED - Rêveberiya Xwecihî ya HDP'ê rapora xwe ya çavdêriya qeyûmê bi daxuyaniyekê aşkere kir. Di raporê de hat diyar kirin ku bêtir zimanê kurdî û xebatên jinan hedef hatiye girtin.    Rêveberiya Xwecihî ya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) li Komeleya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatê rapora xwe ya çavdêriya qeyûmê bi daxuyaniyekê aşkere kir. Daxuyaniyê re endam û rêveberên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navçe û bajêr beşdarî bûn. Her wiha gelek rêxistinên sîvîl jî beşdarî daxuyaniyê bûn.    Berpirsyariya Serokê Giştî ya Rêveberiya Xwecihî Yunus Parîn diyar kir ku ji 11'ê îlonê sala 2016'an wêde Gelê Kurd bi rastiya qeyûmê re rûbirû ne û wiha axivî: “Zîhniyeta qeyûmê dijmnatiya xwe ya li dijî deskeftiyên jinan û li dijî çand û zimanê kurdî berdewam dike. Ew her ku diçe xwe kûr dike û xwe bi şêwazekê din nîşan dide. Lê belê HDP’ê li dijî ew zîhniyeta qeyûmê heya niha li ber xwe daye û dê li ber xwe bide jî. Em ê di vê pêvajoyê de teşhîrkirina hemû xespên qeyûmê re berdewam bikin. Di rapora me de nêzî 28 şaredariyên de faaaliyetên qeyûmê cih digire. Lê wekî me di serî de got hemû faaaliyetên qeyûmê ji dizîn, rûxandin û xespê pêk tên."   Piştre Hevserokê HDP'ê ya şaredariya bajarê Êlihê Mehmet Demîr ku şûna wî qeyûm hatiye tayinkirin rapora çavdêriya qeyûmê xwend.   Herî dawî jî hevseroka şaredariya Sûrê ya ku şûna wê qeyûm hatiye tayinkirin, Fîlîz Buluttekîn axivî û got: "Nezikatiya qeyûmê ya li hemberê zimanê kurdî û jinan nêzikatiyek dijminatiyê ye. Çawa ku qeyûm hat tayinkirin ewilî êrîşê zimanê kurdî, çand û dîroka kurdî kir. Qeyûm bêtehamuliya xwe ya li dijî zimanê kurdî bi awayekî aşkere nîşan da. Dîsa çawa ku qeyûm hate tayinkirin êrîşên destkeftiyên jinan hate kirin. Hevalên jin ji kar hatin derxistin an jî ji bo kar derketinê neçar hatin hiştin. Ew jî nîşaneya dijminatî û polîtikayên li dijî jinê ye. Her wiha stargehên jinan hatin girtin an jî veguhestin saziyên Qûranê. Bi vî awayî jinan di rewşekê de bi xeter de hiştin. Me dît ku polîtîkayên qeyûmê li dijî jinê, ziman û xwezayê ye. Em ê li dijî vê zîhniyetê têkoşînên xwe re berdewam bikin û şopdarî wan xespên qeyûmê bibin."