Li Edeneyê jinek hat qetilkirin 2021-09-22 13:07:53     EDENE - Li Navçeya Seyhanê, Bûrhan D. , Tugba D. a pê re zewicî qetil kir    Jina bi navê Tugba D., a li Taxa Yeşîlevler a navçeya Seyhan a Edeneyê dijiya, ji aliyê Bûrhan D. ê pê re zewicî hat qetilkirin. Bûrhan D., piştî bûyerê çû mala xizmên xwe yên li Taxa Torosê ya navçeya Çûkûrovayê diman û ji wan got wî xwe Tugba D., kuştiye.    Xizmên wî dûre agahî dan polîs û ekîbên tenduristiyê. Ekîbên polîs û tenduristiyê çûn mala Bûrhan D., û cenazeyê Tugba D.,  li odeya razanê dîtin. Polîsan Bûrhan D. binçav kirin û cenazeyê Tugba D., jî ji bo otopsiyê şandin morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.