Li 22 herêman destûra lêgerîna madenê hat dayin 2021-09-22 12:59:50     ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê 22 herêmê bêyî ku rapora ÇED'ê bê girtin ji legerîna madenê re hatin vekirin.    Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê, bêyî ku pêwistî bi rapora ÇED'ê bibîne li navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Qileban, Hezex, Elkê û Silopiyayê li 20 qadan destûr da lêgerîna madenê. Li gorî biryara ku di malpera fermî ya wezaretê de hatiye weşandin; 2 qad jî ji kargehên cuda re hatine terxankirin û hatiye diyarkirin ku "ÇED ne pêwist e".    Bi biryara wezaretê li tevahiya bajar li 22 herêman bêyî rapora ÇED'ê radestî şîrketên madenê hatin kirin.