Jinên hatin serdana Emîne Şenyaşar: Edalet ji bo her kesî lazim e 2021-09-22 12:33:10     RIHA - Şandeyek ji Îzmîrê ji bo piştevaniyê hat serdana Emîne Şenyaşar a ku ev 198 roj in nobeta "Edaletê" didomîne. Jinên di nava heyetê de cih digirin diyar kirin ku Emîne Şenyaşar ne bi tenê ye û wiha gotin:"Edalet ji bo her kesî lazim e."   Emîne Şenyaşar a di 14'ê Hezîrana 2018'an de parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê du kur û hevjînê wê qetilkirin bi lawê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrişî birîndarî filitî ev 198 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta 'Edaletê' didomînin. Şandeyeke ji Îzmîrê hat serdana Emîne Şenyaşar kir.    Aktîvîsta TJA'yê Hayat Îzgî û Dayika Aştiyê Sultan Yagmakan anîn ziman ku ew ê heta dawiyê piştigiriyê bidin Emîne Şenyaşar.    'Edalet ji bo her kesî lazim e'    Hayat Îzgî diyar kir ku ji bo ew bibin hevxemê Emîne Şenyaşar ji Îzmîrê hatine Rihayê û êşa Emîne Şenyaşar êşa hevpar a jinan e. Hayatê da zanîn ku daxwaza "Ji bo her kesî edalet" a Emîne Şenyaşar daxwaza wan e jî. Hayatê got îqtidar kurdan ji xwe re wek "dijmin" dibîne û heke îqtidar bixwaze dikare demildest kujeran bigire. Hayatê anî ziman ku rengê rondikên çavê dayikan hemû yek e û heke jin bibin yek wê dikaribin edaletê bi cih bînin û ew bi bawer in ku wê jin edaletê bînin. Her wiha Hayatê da zanîn edalet ji bo her kesî lazim e.    'Edaleta dewletê tune ye'   Dayika Aştiyê Sultan Yagmakan da zanîn edaleta dewletê tune ye û wiha got:"Em ji bo piştevaniyê hatin. Em li gel Emîne û malbata wê ne. Ew ne bi tenê ne. Heger cegera wan bişewitiya wê Dayika Emîneyê fam bikirana. Ev nêzî 200 rojî ye Emîneyê ji bo edaletê li ber edliyeyê rûdinê lê belê edalet nayê. Edaleta dewletê tune ye. Me edalet nedît. Me xwest em li gel Emîneyê bin."