Piştî 160 hefteyan dorpêça li ser Qada Galatasarayê hat rakirin 2021-09-22 11:55:50     STENBOL - Piştî 160 hefteyan dorpêça li ser Qada Galatasarayê ya ji bo çalakiyên Dayikên Şemiyê hatibû danîn, hat rakirin.   Dayikên Şemiyê li Qada Galatasaraya Taksîma Stenbolê her rojên şemiyê li aqûbeta windayan dipirsîn û daxwaz dikirin ku kujer werin darizandin. Di hefteya 700’î de roja 25’ê tebaxa 2018’an Dayikên Şemiyê xwestin li Qada kom bibin. Polîsan êrişî dayikan kiribû û gelek dayik binçav kiribûn. Ji wê rojê ve polîsan Qada Galatasarayê bi bariyeran dorpêç kiribû.    Qad 160 hefte bûn li Dayikên Şemiyê hatibû qedexekirin. Dorpêça li qadê duh bi şev hat rakirin. Polîsan bariyerên xwe yê li qadê rakirin.    'Mafê kombûnê hatibû astengkirin'   Seroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî hat qada ku dorpêç lê rabûye û anî ziman ku ji hefteya 700’î ve her hefte qad li wan hatibû qedexekirin û ji bo ev rewş bi dawî bibe serî li rayedarên darazê dabûn. Gulserenê diyar kir ku ev biryar ji bo wan pirsgirêkek cidî bû û mafê wan ê kombûnê û îfadeyê hatibû astengkirin û têkoşîna wan a heqîqet û edaletê jî hatibû astek qedexekirinê. Gulserenê destnîşan kir ku ew îro pir kêfxweş in ku qad hatiye azadkirin.    Gulserenê anî ziman ku vê şemiya pêşiya wan wê çalakiya xwe ya heftane li Qada Galatasarayê li dar bixin.