Derbarê Ayşe Gokkan de lêpirsîna dîsîplînê 2021-09-22 11:10:04     AMED - Berdevka TJA'yê ya Demê Ayşe Gokkan derbarê pirsgirêkên xwe yên li girtîgehê de ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re daxwazname bi rê kiribû. Piştî Ayşeyê daxwazname şand derbarê wê de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin.    Di derbarê Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan de bi îdaya "endamtiya rêxistinê" û "rêvebertiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Daneşîna dozê ya 22'emîn di 13'ê Îlonê de li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Di daneşînê de serokê dadgehê, bi polîsan mudaxeleyî parêzerên parastin dikirin kir û kesên beşdarî dozê bûbûn û parêzer bi lêdanê ji eywana daneşînê darxistibûn. Li ser tişta hatibû jiyîn parêzeran daxwaz kiribûn ku ew redî dadger dikin. Lê ji ber demê ev daxwaza parêzeran jî hatibû redkirin. Li ser vê careke din parêzeran redî dadger kir.   Li gel tişta di daneşîna Ayşe Gokan a li Girtîgeha Jinan a Amedê dimîne, piştî Ayşeyê derbarê pirsgirêkên xwe yên li girtîgehê  ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re daxwazname şand vê carê jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve lêpirsîna dîsîplînê derbarê wê de hat destpêkirin.   'Em ê gilî bikin'   Parêzerê Ayşeyê Muharrem Şahîn got:"Yek ji lêpirsîna ku hatiye destpêkirin bi îdiaya ku li gorî rêgezên rayedarên girtîgehê tevnegeriyaye. Lê lêpirsîneke bi vî awayî nayê qebûlkirin. Mijar tune ye sucdarî tune ye. Ya din jî ji ber dawaznameya ku ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hatiye şandin e. Em ê li mudurê girtîgehê gilî bikin."