‘Yên keda zêde didin rojnamegerên jin in’ 2021-09-22 09:07:05       Marta Somek   STENBOL - Beşeke mezin a ku îsal ‘Xelatên Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad a Musa Anter’ girtin, jin bûn. Jinên tevlî merasîmê bûn  gotin: “Jin  hîna bi têkoşîneke mezin hewl didin bên cihekî baş, di serî de jî rojnamegerên jin tên. Girtina xelata rojnamegeriyê ji bo me jinan rûmetek mezin e. Em bi hemû jinan serbilind in.”   Piştî Musa Anter (Apê Musa) di 20’ê îlona 1992’an de hat qetilkirin şûnde, li ser navê wî Xelatên Apê Musa û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn a 28’emîn pêk hat. Bi merasîmekê xelat dan xwediyên wan. Xelata yekemîn ya Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersoz,  rojnamegera me Oznur Deger bi nûçeya ‘li 35 saziyên tenduristiyê ya Enqereyê tenê 7 heb kurtajê dikin’ hêjayî xelatê hat dîtin, Xelata Taybet ya Juriyê ya Nûçegîhaniya Jinê, Derya Ren girt Xelata Juriya Taybet a di Beşa Kurdî de Sema Çaglak bi nûçeya ‘Lutfiye Gokkan ji bo me hem rêber, hem mamoste û hem jî dayik bû’ girt.  Her wiha nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yurtsever, nûçegîhana NuJinha Medîne Mamedoglu û karîkaturîst Fahriye Çitakli jî xelat girtin.    Endama întîsyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Zeynep Calihan, rojnameger Saîme Oguzhan, Fahriye Çitakli ya ku xelata karîkaturistiyê girt û sekretera Giştî ya Komeleya Însiyatîfa Maf Fatma Bostan Unsal ku tevlî merasîmê bûbûn  der barê mijarê de axivî û da zanîn ku rojnamegerên jin tevî hemû zext û zordariyan heqîqet nivîsîne û ji ajansa me nêrînên xwe anîn ziman.   ‘Divê em têbikoşin, ji ber ku ji jinan ditirsin’   Endama Dayikên Aştiyê Zeynep Calihan ku xelata nûçegîhana me Oznur Deger dayê hestên xwe wiha anî ziman: “Tiştekî gelek xweş e ku îsal piranî xelat rojnamegerên jin girtin. Ez wek dayik û jinekê pir kêfxweş bûm. Xelatgirtina rojnamegerên jin tiştekî bi rûmet û serbilindî ye. Divê rojnamegerên jin dest ji têkoşînê bernedin, her tim li berxwe bidin. Bi berxwedanê mirov bi dest dixin. Ez hemû rojnamegerên jin ên xelat girtine silav dikim. Bila têbikoşin, têkoşîn ferz e, ji ber ku ji jinan ditirsin. Jin jiyan azadî.”   ‘Keda mezin rojnamegerên jin didin’   Nûçegîhana Rojnamegera Gorulmeyan û xwediyê îmtiyazê ya rojnameya Şîşlî Kentim, Saîme Oguzhan jî hemû şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî bi bîr anî û da zanîn ku di vê têkoşînê de keda rojnamegerên jin gelek mezin e û wiha nirxand: “Bi taybet di vê pêvajoyê de rojnamegerên jin ên ku geşedanên cîhanê dane bihîstin hene. Bêguman xelatkirina van rojnamegeran ji bo me gelek girîng û rumet e. Ji ber tevlî merasîmê bûm gelek kêfxweş im. Di têkoşîna jinan de cihê rojnamegerên jin gelek girîng e. Ez rojnamegerên jin û yên ku keda wan dîtine pîroz dikim. Niha rojnamegerên jin yên girtî hene. Divê demildest bên berdan û  vegerin pîşeya xwe. Belê jin hîn bi têkoşînê hewl didin bên cihekî. Di serî de jî rojnamegerên jin. Gelek hevalên me yên rojnameger yên bedel dane û girtîne hene. Divê demildest bigihêjin azadiya xwe.”   ‘Wê nûçegîhaniya rast bidome’   Saîmeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê hemû rojnameger tu car dest ji têkoşînê bernedin û wiha dawî lê anî: “Wek her derê, jin di çapemeniyê de jî wê dengê xwe bidin bihîstin, wê bi sekn û nûçeyên xwe nûçegîhaniya rast pêk bînin. Nûçegîhanî pîşeyek pîroz e, bêguman xelata tê dayîn jî pîroz e. Ez hemû rojnamegerên jin pîroz dikim.”   ‘Jin di hemû şertan de têdikoşin’   Fahriye Çitakli jî ku di beşa karîkaturê de xelat girt, destnîşan kir ku di her qada jiyanê û cîhanê de, hewldana jinan a hebûnê heye û hemû normên ol, mulk û mêr li ser jinan hatine avakirin. Fahriyeyê bal kişand ser têkoşîna jinan a di her şert û mercî de pêk tê û wiha dirêjî dayê: “Min di beşa karîkaturê de xelat girt. Li Tirkiye û cîhanê jinên karîkaturîst zêde tune ne. Li her derê hegemonya mêr heye. Girtina xelatê jî ji bo min serbilindiyeke. Têkoşîna jinan divê bi her awayî bidome. Divê têgeha jinê ya di mêjiyan de bê azadkirin. Jin xurt in. Hêvîdar im jin wek îro di hemû platforman de xwe bi awayekî xurt îfade bikin.”   ‘Jin mijarên ku berê qet nehatine fikirîn tînin ziman’   Sektereta Giştî ya Komeleya Însiyatîfa Maf, Fatma Bostan Unsal jî nêrîna xwe anî ziman û daxuyakirin ku jin li gorî berê pir zêde tevlî jiyanê bûne, hem di siyaset, hem di çapemenî, hem di qada tip, qada zanîngehê de tên dîtin. Fatmayê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Ji ber vê jî gelek normaleke ku piranî xelatên Rojanemgeriya Apê Musa jin bigirin. Ji ber ku jin bi nêrîn û enerjiyek nû dikevin jiyanê. Jinan mijarên ku berê kesî nedianî ziman, anîn ziman. Di vê roja girîng de girtina xelatê ya rojnamegerên jin gelek girîng e.”