ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2021'Ê 2021-09-22 09:00:00     *Derbarê îşkence û revandina jinan a li Efrînê ya di bin kontrola komên girêdayî dewleta tirk de ye Berdevka Dîplomasiya Kongreya Star a Herêma Efrînê Zozan Mistefa bang li hemû sazî û dezgehên jinan kir ku komîteyekê ava bikin û biçin li Efrînê lêkolînê bikin û wiha got:"Kiryar û qirêjiyên li Efrînê tên kirin bêtir li ser jinan tên kirin. Çete jinan direvînin û fîdyeyê dixwazin. Çeteyên Ferîde û Arînê revandine 10 hezar dolar fîdye dixwazin. Em li dijî van kiryarana bangê li hemû jinên cîhanê dikin ku dengekî xurt derxin." DÎMEN HEYE   *Bi hatina demsala payizê re dema hilanîna mahserê jî dest pê kir. Ji tiriyê mezrone ku di demsala payizê de digihêje, jê berhmehên wekî dims bastîq û benî tên çêkirin. Jinên li Hezexê ku mahserê hiltînin diyar kirin ku herî zêde de jin kedê didin û keda wan jî nayê dîtin. DÎMEN HEYE   *Jinan diyar kirin ku li Tirkiyeyê der barê zimanê dayikê de polîtîkayên asîmîlasyonê tên meşandin û gotin ku divê dawî li asîmîlasyonê bê anîn, pêşiya mafê perwerdeyê, tenduristî û çandî ya bi zimanê dayikê, bê vekirin. DÎMEN HEYE   *Çavreşk a li Çelê dema biharê tê çandin, niha dema rakirina wê ye. Çavreşk ya bi rêbazên gelêrî tê gîhandin, pêvajoya wê ya ku ji çandinê heta ser sifreyan ji aliyê Lodir Yilmaz ve  hat vegotin.  DÎMEN HEYE   *Beşeke mezin a ku îsal ‘Xelatên Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad a Musa Anter’ girtin, jin bûn. Jinên tevlî merasîmê bûn  gotin: “Jin  hîna bi têkoşîneke mezin hewl didin bên cihekî baş, di serî de jî rojnamegerên jin tên. Girtina xelata rojnamegeriyê ji bo me jinan rûmetek mezin e. Em bi hemû jinan serbilind in.” DÎMEN HEYE   *Sekretera Giştî ya OHD'ê Rengîn Ergul, diyar kir ku Komîteya Wezaretê ya Konseya Ewropayê dê 3 meh şûn de biryarên ku DMME ya ku derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din girtine dê hatine girtin bigire rojeva xwe û got: "3 meh şûnde di civînê de cezayên ku dane Abdullah Ocalan,  Hayati Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan dê bê nîqaşkirin. Li hemberî bersiva Tirkiyeyê dê saziyên sivîl carekdin agahdarî bikin û ev tişt dê ji bo serdana me bibe encameke girîng." BI DÎMEN