Komxebata Dayikên Aştiyê bi dawî bû: Li dijî êrişan yekitî 2021-09-21 16:05:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Komxebata Dayikên Aştiyê ya Kurdistanê piştî nîqaş û guftûgoyên girîng bi dawî bû. Di komxebatê de dayikan bal kişandin ser pêkanîna yekitiyê û gotin: "Li dijî êrîşên Tirkiye û Îranê divê em yekîtiya xwe pêkbînin, ji bo em pêşî li rijandina xwîna zarokên xwe bigirin.”   Dayikên Aştiyê yên ji çar aliyên Kurdistanê ku armanca nirxandina rewşa li Kurdistanê, şer û aloziya heyî û rola dayikan a di çareseriyê de li salon Îbrahîm Ehmed ya Silêmaniyê kombûbûn, piştî nîqaşên berfireh komxebat biencam bû. Di komxebatê de panelên bi çend sernavên cûda hatin dayîn lidarxistin û nîqaşek berfireh hatin meşandin.   Dayikên Aştiyê yên başûrê Kurdistanê di roja aşitiyê ya cîhanî (NY) de li komxebatê semînerek dibin sernavê, “Em bihev re aştiyê mîsoger bikin” li dar xistin.   Dayikên ji bakur, rojhilat û rojavayê Kurdistanê jî beşdarê panelêbûn. Dayikan di panelê de behsa êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê, girîngiya hewldanên ji bo yekîtî û aramiya Kurdistanê kirin.   Di destpêka panelê de Fewziye Ebdulkerîm axaftina vekirinê kir. Fewziye ji tevahî dayskan xwest ji bo bi dawî anîna şer rol bigirin û got: “Ji bo dagirkerî bi dawî bibe û bes zarokên me şehîd bibin, divê em zêdetir bixebitin û hewldan bidin.”   Paşê mamoste û çalakvanan jin Sinûr Kerîm jî li ser rola dayskan di perwerdeyê de axaftinek kir. Sinûr da zanîn daysk yekemîn dibistana zaroke û dayik jî perwerdekara yekemîn e û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Lê niha hewl tê dayîn cewher û rola dayîk a di perwerdeyê ji holê were rakirin. Nîştîman weke dayik tê pênasekirin, ji ber nîştîman bedel dide, dayîk jî ji bo parastina welat zarokên xwe di oxira ax û welat de didin.”   Sinûr da zanîn beşek ji dayikên beşdarê komxebatê bûne, dayikên şehîdane û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Beşek ji we zarokên xwe şehîd dane û beşek jî zarokên wan di nava berxwedanê de ne. Yên li ber xwe didin zarokên me tevane. Lê bi destê dagirkeran li nava mala me de tên şehîd kirin. Êrîş dikin ser ax, ziman, çand û welatê me.”   Panela duyemîn jî bi sernavê, “Dewleta Tirk dagiker derveyî yasayên navnetewiye”  ji aliyê Pakîstan Mihemed ve hat pêşkêşkirin. Pakîstan Mihemed dazanîn êrîşên li ser Mexmûr, Şengal, Başûr bi armanca dagirkirina çar parçeyên Kurdistanê ye. Di dewama axaftina xwede Pakîstan balkêşa li ser dîroka dagirkeriya li Kurdistanê û got: “Ev dagirkeriyane çavkaniya xwe ji sed berê niha yanî peymana Lozanê digire ku Kurdistan têde kirine çar parçe. Wê di sal 2023’an de dawî li peymanê were. Êrîşên li ser parçeyên Kurdistanê jî bi wê mebestêye ku kurd sed salê din jî parçebin.” Pakîstan Mihemed ji dayikan xwest ku li hember planên Tirkiye hişyarbin û destûr nedin, planên xwe bicih bînin.   Endama Kongra Star Bêrîvan Mihemed jî panela sêyemîn bi sernava “Dagirkeriya li ser Rojavayê Kurdistanê” li dar xist. Bêrîvan diyar kir şerê li Rojava li hember hemû ew sîstem û zêhniyetên ku dixwestin Kurdan tine bikin bû û got: “Tirkiye jî xwestin bi êrîşên li ser Rojava destkeftiyên me tune bikin, lê nekarîn bigihijin armancên xwe. Heta dagirkerî li ser Kurdistanê hebe, emê serê xwe netewînin, weke Gelê Kurd û jin em ê bi serbilindî têbikoşin.”   Panela dawî ya bi sernavê "Qirkirina Kurdan ji aliyê dagirkeran ve" ji aliyê dayê Amîna ya ji Rojhilatê Kurdistanê ve hat dayîn. Amîna ji desthilata Herêma Kurdistanê xwest, li dijî êrîşên Tirkiye û Îranê raweste û got: “Divê em yekîtiya xwe pêkbînin, ji bo em pêşî li rijandina xwîna zarokên xwe bigirin.”   Di dawiya hemû panelan de dayikan derbarê rêyên çareseriyê û rola dayikan de axivîn û komxebat bi dawî bû.