Rapora ÎHD'ê: Li dijî jinan 198 binpêkirina mafan pêk hat 2021-09-21 15:35:07     ÎZMÎR - Li gor Şaxa Îzmîrê ya ÎHD'ê di 4 mehên dawiyê de 6 hezar û 383 binpêkirina mafan pêk hatin û ji vana 198 jî li dijî jinan pêk hatin. Di raporê ji aliyê ÎHD'ê ve hat parvekirin de hat diyarkirin binpêkirina mafan zêde bûne û binpêkirina mafên li girtîgehan, qetilkirina Deniz Poyraz jî di raporê de cih girtin.    Şaxa Îzmîrê ya Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) raporeke derbarê mehên Gulan, Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê de eşkere kir. Rapora Binpêkirina Mafan a li Herema Egeyê li avahiya ÎHD'ê di civîna çapemeniyê de hat eşkerekirin. Serokê komeleyê Zafer Încin di daxuyaniyê de rapor eşkere kir. Hat gotin ev di vê raporê de bajarên Îzmir, Aydin, Denizli, Kutahya, Balikesir, Mugla, Manisa, Uşak, Burdur û Isparta cih digirin. Li gor raporê ji meha gulanê heta niha 6 hezar û 383 binpêkirina mafan pêk hatine.   Her wiha li gor raporê binpêkirina mafan zêde bûn endama HDP'ê Deniz Poyraz hat qetilkirin û ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê 198 binpêkrina mafan li dijî jinan pêk hatin. Hat gotin israra ji bo hevdîtina girtiyan a girtî didomin û hat gotin bi zagona torbayê tê xwestin înfaz bên dirêjkirin. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku gotina binpêkirina mafan kirine wekî alavekê.    Temama raporê li ser sîteya înternetê ya ÎHD'ê hatiye parvekirin.