TJA û Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê serdana Emîne Şenyaşar kirin 2021-09-21 15:14:20   RIHA - Di roja 197’emîn a Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar de Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê û aktivîstên TJA’yê serdana Emîne Şenyaşar kirin û gotin: "Edalet ne tenê bo kesekê divê ji bo herkesê be."   Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 197’emîn de didome. Dayikên Aştiyê û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên ji Îzmîrê hatin serdana malbata Şenyaşar kirin.     Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Behiye Yalçin di serdanê de axivî û diyar kir ku hatine êşa Emîne Şenyaşar parve bikin û xwest ku edalet ne tenê bo kesekê divê ji bo herkesê be. Behiye, da zanîn ku hemû kesên dibêjin ez dayik im divê piştevaniya Emîne Şenyaşar bikin û wiha got: “Em edaletê dixwazin. Em naxwazin zarokên me bên kuştin û bikevin girtîgehê. Ji bo herkesê edaletê dixwazin.”   Emîne Şenyaşar jî da zanîn ku bi daxwaza edaletê di nobetê de ne û wiha got: “Em ji bo edaletê li Enqereyê, Stenbolê û Amedê geriyan. Malbata min qetilkirin. We qet dîtiye ku li nexweşxaneyê mirov hatine kuştin? Qet nebe kurê min yê di girtîgehê de berdin. Ma ev wijdan û edalet e. Min ax kola, min got belkû edalet ji wir derkeve lê derneket.”   Dayika Aştiyê Perûze Kurt jî diyar kir ku êş û hesirên çavan ên dayikan heman in û wiha got: “Em naxwazin canê kesê bişewite. Dema em dayika Şenyaşar di televîzyonan de dibînin dilê me dişewite. Em ji bo herkesê edalet û aramiyê dixwazin. Mirov ji bo bijîn hatine ser dinê ne ji bo mirinê. Em naxwazin kes bimire.”    Jinan demekê bi malbatê re Nobeta Edaletê girtin û pişt re ji qadê veqetiyan.