Li Iraqê 951 namzetên jin hene 2021-09-21 10:30:23     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Iraqê hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê wê di 10’ê cotmeha 2021’an de werin lidarxistin. Ji bo hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê 3 hezar û 247 namzetên dikevin pêşbirkê. Di nav de 951 jin hene.    Li Iraqê hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê wê di 10’ê cotmeha 2021’an de werin lidarxistin. Ji bo hilbijartinê 21 heypemanên ku ji partiyên siyasî û rêxistinan pêk tên, hinek partiyên siyasî û gelek namzetên serbixwe navên xwe qeyd kirine û ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ve hatine erêkirin.   Li ser navê 21 hevpeyman, partiyên siyasî û kesên serbixwe bi giştî 3 hezar û 247 namzet wê bikevin pêşbirka hilbijartinê. Her wiha di nav de 951 jin jî ji bo parlamenteriyê serî lêdane. 24 milyon hilbijêr jî wê li 82 herêmên 18 parêzgehan deng bikar bînin.    Li Iraqê bi giştî 18 parêzgeh hene û ew di nava xwe de wekî herêm hatine dabeşkirin. Parêzgeha herî mezin Bexda ye û wekî 17 herêman hatiye diyarkirin. Herêma Federal a Kurdistanê ku ji 3 parêzgehan pêk tê jî, li gorî yasaya hilbijartinê hatiye dabeşkirin.