Parêzera Leyla Guven: Do dijminatiya kurdî îro dijminatiye rengan dikin 2021-09-21 10:08:16     Şehriban Aslan   AMED - Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemir têkildarî kincên keça Leyla Guven, Sabiha Temizkan ji Leyla Guven re biribû û girtîgehê bi hinceta 'reng' negirtibû axivî. Reyhanê wiha got:"Zihniyeta di sedsala 21'emîn de ji zimanê gelekî dibêje 'zimanê nayê famkirin' îro jî li dijî rengan dijminatiyê dike."   Kincê malbata Hevseroka Kongra Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven jê re biribû Girtîgeha Jinê ya Xarpêtê ji aliyê îdareya girtîgehê ve nehat qebûlkirin. Keça Leylayê Sabiha Temizkan ev bûyer ji ser hesabê xwe yê medyaya sanal do ragihandibû. Sabihayê wêneyê kinc parve kiribû û gotibû "Girtîgehê vî fîstanê dayika min Leyla Guven negirt hundur. Ka bisekinin ez ê va ye sedema wê vêbêjim; RENGÊN WÊ. Erê kincekî dabeşkar berî têkeve girtîgehê bê bandor hiştin".   'Li gor içtihatên AYM'ê tev nagerin'   Parêzera Leyla Guven, Reyhan Yalçindag Baydemir da zanîn têkildarî dozên li Leylayê hatine vekirin û cezayên hatine dayin Dadgeha Destûrî li gor içtihatên AYM'ê tev nagere û wiha got:"Serlêdanên em dikin bi encam nabin, têkildarî wan biryar nayên dayin. Leyla û girtiyên din bi binpêkirinên mafan ên mezin rû bi rû dimînin. Cezayên di heft salên dawî de ji bo siyasetmedarên kurd tên dayin em dikarin wekî zexta darazê ya sîstematîk pênase bikin."   'Di nava xebatên demokratîk û rewa de cihê xwe girtiye'   Reyhanê bal kişand ser xebatên demokratîk û rewa yên Leyla Guven û wiha got:"Hemû jiyana Leylayê di nava siyaseta mûxalîf bi xebatên demokratîk û rewa derbas bûye. Lê mixabin ji ber pratîkeke darazê ya li gor makezagona xwe jî tev nagere hatiye avakirin AÎHS jî di şexsê Leyla Guven de tê binpêkirinin."   'Nêzîkatiya bê hiqûqî gihaşt lûtkeyê'   Reyhanê bal kişand ser zextên li ser siyasetmedarên kurd û da zanîn ji ber stranên kurdî gotine û govend gerandine cezayê dîsîplînê ji bo wan hatiye dayin. Reyhanê wiha got:"Piştî cezayê dîsîplînê ji bo Leyla Guven, Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen û girtiyên din hat dayin do jî bobelateke din qewimî. Do jî keça Leyla Guven, Sabiha Temizkan ji bo Leylayê fîstanek biribû girtîgehê. Ji ber rengên cuda û di hinek motîvan de rengên kesk, sor û zer cih digirtin îdareya girtîgehê ew fîstan negirt. Zihniyeta di sedsala 21'emîn de ji zimanê gelekî dibêje 'zimanê nayê famkirin' îro jî li dijî rengan dijminatiyê dike. Em ê îtirazên xwe yên di vê derbarê de pêşkêş bikin."   'Ev ne bûyereke munferît e'   Reyhanê da zanîn girtinên kêfî didomin û wiha bi dawî kir:"Li girtîgehên siyasetmedarên kurd tê de ne grameke aramî û maf nahêlin. Ev ne bûyereke munferît e. Tenê rêyeke bidawîkirina van binpêkirinên li dijî Leyla Guven û hemû siyasetmedarên kurd heye; ew jî divê demildest dawî li girtinên bê hiqûqî bê kirin."