Li Germiyanê 226 jin bi şîdetê re rûbirû mane 2021-09-21 09:59:29     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Germiyanê di nava heşt mehên borî de 227 jin bi şîdetê re rûbirû man û derbarê şîdetê de gilî kirine.    Li gorî amarên ku ji Rêveberiya Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser jinan a Germiyanê hatin girtin, di nava heşt mehên destpêkê yên îsal de li sînorê îdareya Germiyanê 227 jin ji ber ku bi şîdetê re rûbirû mane gilî kirine. 226 jin bi şîdeta fîzîkî re rûbirû mane.    Derbarê sedemên zêdebûna şîdeta li ser jinê de Rêvebera Projeyên Rêkxirawa Xelk a ji bo Pêşxistinê (PDO) Viyan Sabir ji Rojnews re axivî. Viyan diyar kir ku sedema zêdebûna rêjeya şîdeta fizîkî yan jî lêdana jinan ew e ku di nava civakê de şîdet mîna çandek lêhatiye û civakek zilamsalariye. Viyan got, civaka Başûr jî ji vê civakê ne cûdaye.   Viyan destnîşan kir ku di civaka me de radeyek civak li ser mafê mirov û mafên jinê ne şiyare û got: "Ji bona wê di  her civakekî ku di vî warî de ne şiyar be, bê guman wê şîdeta fîzîkî zêde bibe. Xirabiya rewşa aborî û civakî jî wek sedemek din ê zêdebûna şîdeta li ser jinê ye."   Ji bo kêmkirina rêjeya şîdeta li ser jinê jî Viyan da zanîn ku divê jin gilî tomar bikin, daku bikarin bi rêya yasayê zilaman ceza bikin taku tu zilamek din li beramberî jinê şîdet bikarneyne.   Di dawiyê de jî Viyan diyar kir ku erkê rêxistinên jina ye civakê şiyar bikin û medya jî dikare divî warî de rolek çalak û erênî bibîne.