Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn 2021-09-20 17:57:53   MÊRDÎN - Apê Mûsa di salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Nisêbînê hat bibîranîn.    Rewşenbîr û rojnamevanê kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) ê di 20’ê Îlona 1992’yan de li Amedê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin, li ser gora xwe ya gundê Sitîlîlê yê bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve hat bibîranîn.    Rêveberên Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG), Ajansa Mezopotamyayê (MA), Jinnews, xebatkarên Rojnameya Xwebûnê, Hevberdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlementerê HDP’ê Garo Paylan, endam û rêveberên DBP’ê û HDP’ê yên navçe û bajar ên Mêrdînê beşdarî bernameya bîranînê bûn.     Piştî axaftinan beşdaran qurnefîl danîn ser gora Apê Mûsa û bernameya bi bîranînê  bi dawî bû.