Apê Mûsa li cihê lê hat qetilkirin hat bîranîn 2021-09-20 13:14:37     AMED - Rojnamegerê kurd Mûsa Anter di 29'emîn sala qetilkirina xwe de li cihê hat qetilkirin hat bîranîn. Di bîranînê de soza "Heta azadî bê bidestxistin dê têkoşîn bidome" hat dayin.    Rewşenbîr û rojnamevanê kurd Musa Anter (Apê Mûsa) rojek wek îro 29 sal berê li kuçeyek semta Seyrantepaya Amedê li naverastê hat kuştin. Îro salvegera qetilkirina Apê Mûsa ye. Komeleya Dîcle Firatê ya Rojnamevanan (DFG) ji bo bîranîna Apê Mûsa li wê kuçeyê bernameya bîranînê li dar xistin. Gelek rojnamevan û rêveberên HDP, DBP, MEBYA-DER, TUHAY-DER, MED-DER gelek kes beşdarî bîranînê bûn û Apê Mûsa bi bîr anîn. Wêneyên rojnamevanên hatine kuştin hatin hildan. Bernameyê bi rêzgirtina bo cangoriyan dest pê kir.    ‘Ji bo kujer bên darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin’    Di bîranînê de ewilî Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû axivî û diyar kir ku ji bo ew îro Apê Mûsa bi bîr bînin civiyan e û got: “Zîhniyeta ku 29 sal berê li vê kuçeyê xwest Apê Mûsa qetil bike, xwest ku tevahiya çapemeniyê kurd were bêdengkirin. Tevî hemû zext û kuştinan jî pênûsa Apê Mûsa li erdê nema. Em îro jî li vir didin nîşandan û dibêjin wê çapemeniya kurd neyê bêdengkirin. Yên ku Ferhat Tepe gulebaran kirin xwestin kevneşopiyekê tune bikin. Yên ku wê rojê Apê Mûsa gulebaran kirin xwestin wê pênûsê li erdê bihêlin, lê çapemeniya azad ev kevneşopî domand û destûr neda mexseda wan. Ji bo kujerên Apê Mûsa bên darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    ‘Em ê hesab ji kujerên Apê Mûsa bipirsin’    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî axivî û destnîşan kir ku zîhniyeta ku 29 sal berê dixwest Musa Anter bikuje, dixwest têkoşîna azadiyê ya kurdan jî biqedîne û wiha got: “Lê belê têkoşîna gelê kurd bi rengekî zindî mîna roja destpêkê dewam dike. 29 sal derbas bûn, her çend di derbarê kesên ku Apê Musa qetil kirin de gelek axaftin hatin kirin jî, kiryar nayên darizandin. Em ê tu carî kuştina kiryar nediyar ji bîr nekin, lewra ne 29 sal, 49 di ser kuştinê de derbas bibe jî em ê vê kuştinê ji bîr nekin. Em ê di têkoşîna heqîqetê de israr bikin û hesab ji kujerên Apê Mûsa bipirsin.”    'Rastî nayê windakirin'   Piştî axaftinan dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin. Dûre girse heta cihê Apê Mûsa ku lê hatiye qetilkirin meşiya û wêneyê Apê Mûsa û qerenfîl danîn wî cihî û ew bi bîr anîn.    Li cihê ku Apê Mûsa lê hatiye qetilkirin, Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî û wiha got: “29 sal derbas bûn, hevalên me hêjî tên qetilkirin. Rastî nayê windakirin.Em îro li vir carek din hîn bûn ku hilgirtina wêneyê Ferhat Tepe qedexe ye. Hûn nikarin bi qedexeyên wiha wî bi me bidin jîbirîkirin. Şehîdên me yên çapemeniyê rûmeta me ne. Em di şopa wan de dimeşin. Em Apê Mûsa careke din bi bîr tînin.”