Nobeta 'Edaletê' di roja 196'an de didome 2021-09-20 12:24:34     RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ev 196 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta 'Edaletê' didomînin diyar kirin ku kesên bi rûmet bin dê li hember vê komkujiyê nikaribin bêdeng bimînin.   Nobeta 'Edaletê' ya Emîne û Ferît Şenyaşar a di 9'ê Adarê de dest pê kir di roja 196'an de didome. Emîne û Ferît hatin cihê wekî "Qoziya Edaletê ya Malbata Şenyaşar" tê binavkirin û bi dowizên bi nivîsa "Em ji bo her kesî edaletê dixwazin" dest bi nobetê kirin.     'Kesên bi rûmet bêdeng namînin'   Ferît Şenyaşar asta têkoşîna edaletê nirxand û wiha got:"Li ber Qesra Edaletê ya Rihayê têkoşîna me ya edaletê ya di bin zilmê de di roja 196'an de didome. Li orteyê komkujiyek heye û kesên ev komkujî kirine diyar in. Di nava kesên ev komkujî kirine parlamenterê partiya îktidarê heye. Lome hiqûqa serdestan pêk tê. Kesên mirov bin û rûmeta wan hebin ji vê komkujiyê re bêdeng namînin."   Ferît da zanîn ku dê di 24'ê Îlonê de roja ku dê nobeta 'Edaletê' têkeve roja 200'î dê 200 parêzerê daxuyaniyê bidin û wiha got:"Têkoşîna me ya edaletê dike têkeve roja 200'î . Em ê bi hev re wê rojê vê zilmê biqedînin. Ya dozgerê edaletê pêk bîne yan wê li wê paldankê rûnenê."   'Em nikarin rûnên û bisekinin'   Malbatê li ser hesabê xwe yê sanal wiha got:"Li edliyeya Rihayê edaleta kesên zalim û bi hêz derbas dibe. Em nikarin li rûnin û li hêvî bin hinek derkevin û vê bêedaletiyê ji holê rakin. Em ê vê zilmê bi piştevaniyê bi dawî bikin. Têkoşîna me ya heq di roja 196'an de ye."