Li Wanê hezar û 765 roj in qedexe didome: Armanc dewamiya desthilatdariyê ye 2021-09-20 09:02:36     WAN - Qedexeyên hezar û 765 roj in li Wanê didomin, wek binpêkirina mafan li girtîgeh û her qadê bandor dike. Nûnera TÎHV’ê ya Wanê Sevîm Çîçek da zanîn ku desthilatdarî bi armanca berdewamiya desthildatdariya xwe binpêkirina mafan wek rêbaz dimeşîne û der barê rewşa girtîgehan de jî wiha got: “Mafê jiyan û tenduristiya girtiyan di bin kontrola memûrên wir de ye. Di qanûnan de jî ev tune ye û divê di bin garantiyê de be.”   Li Wanê walîtiyê ji 21’ê Mijdara 2016’an de çalakî û bername qedexe kirin û bi vê re jî Rêveberiya OHAL’ê hezar û 765 roj in didome. Li dijî qedexeyên li bajar didome Baroya Wanê 14 serlêdan kir lê hatin redkirin û 12 doz li Dadgeha Îstînafê ya Herêmê dipên. Sekretera Nûnera Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Sevîm Çîçek qedexeyên pêk tên, bandora wê ya li ser jiyan û girtîgehan nirxand.   ‘Mafê mirovan ê mîlyonan binpê dike’   Sevîmê da zanîn ku walîtî biryarên qedexeyên ne hiqûqî û kêfî digire û wiha got: “Pêkanînên di OHAL û rêveberiyan de jî nikare pêk bê, bi awayekî sîstematîk û rutîn di jiyana rojane de pêk tên. Walîtî bi van pêkanînan mafê jiyana mîlyonan kesî binpê dike. Fikir û nêrînên mirovan bi van qedexeyan asteng dikin.”   ‘Mudaxaleya hêzên ewlehiyê gihiştiye îşkenceyê’   Sevîmê her wiha destnîşan kir ku qedexe 5 sal in li bajar didomin û ev jî dibe sedema gelek binpêkirina mafan û wiha dirêjî dayê: “Van qedexeyan hincet nîşan didin, di meş û bernameyên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl de, hêzên ewlehiyê mudaxale dikin û ev mudaxale gihiştine pêkanînên ne baş û îşkenceyê. Wek di çapemeniyê de jî em dibînin hincetê jî qedexeyên walîtiyê nîşan didin.”   ‘Derb û birînan nakin rapor’   Sevîmê di berdewamiyê de wiha got: “Ne tenê di meş û bernameyan de li Wanê li gelek qadan binpêkirina mafan tê jiyîn. Li navendên binçavkirinê îşkence û pêkanînên nebaş didomin. Dema kes bê binçavkirin divê agahî ji bo malbatê bê dayîn, mafê xwegîhandina parêzer û dadger hebe. Lê ev hemû pêk nayên. Dema dirêj ya binçavkirinê mijara gotinê ye. Jixwe şopa birîn û derbkirinê ya di bin çavan de nayên raporkirin. Dema li dozgerî an jî dadgehê ev bê îfadekirin jî li ber çavan nayê girtin. Em bi îşkenceya sîstematîk re rû bi rû ne.”   ‘Operasyonên şefaqê’   Sevîmê diyar kir ku ne tenê li navendên binçavkirinê, di pêvajoyên binçavkirinê yên ne fermî de jî binpêkirin, îşkence tên kirin û bi taybet di bin navê operasyonên şefaqê de serdegirtinên malan pêk tên, zarokên li malê derûniya wan li ber çavan nayê girtin û gelek cureyên şîdetê pêk tên. Sevîmê di vê mijarê de jî wiha got: “Li ber çavên zarokan şîdet li malbatên wan tên kirin. Di nokteyên kontrolê yên ketin û têketinên bajaran de kesên lêpirsîna wan hene, biryara binçavkirinê hene, an jî yên ketine girtîgehê û derketine, ji wesayîtê tên derxistin û lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin. Ev bi agahî, rapor û îfadeyên parêzeran tê piştrastkirin. Li Wanê ev pêkanîn pir zêde tên meşandin. Weke ku Wan bi polîtîkayeke taybet tê birêvebirin.”   ‘Binpêkirin rêbaz in’   Sevîmê di berdewamiyê de wiha bal kişand ser binpêkirinan: “Di hemû saziyên dewletê de ev tên jiyîn. Em behsa binpêkirinek bi sînor nakin. Ev binpêkirin bûne parçeyeke jiyanê. Bi vê jî dixwazin saziyên sivîl vala bikin. Ji bo pêşî li daxuyanî û bernameyan bigirin vê hincetê didin pêş.”   Li girtîgehan jî binpêkirin zêde bûne   Sevîmê di axaftina xwe de binpêkirinên li girtîgehan jî anî ziman: “Li girtîgehan binpêkirinên mafan her diçin zêde dibin. Piştî 2015’an binpêkirin zêde bûn. Kapasîteya girtîgehan di ser kapasîteya xwe de ye. Girtî hatine asta ku nikarin mafên xwe bi kar bînin. Bi taybet di mijara tenduristiyê de binpêkirinên cidî tên jiyîn. Serdanên me ji ber pandemiyê tên redkirin Pandemiyê dikin hincet. Girtî mixabin nikarin tu mafên xwe bi kar bînin. Her wiha yek ji binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ferzkirina lêgerîna tazî ye. Ligel malbatên girtiyan, êdî li parêzeran jî îşkenceya lêgerîna tazî ferz dikin. Mafê tenduristî û jiyana girtiyan di bin kontrola memûrên girtîgehê de ye. Rewşa girtiyên nexweş ne baş e.  Girtî nikarin xwe bigihînin alavên paqijiyê. Xwedîbûneke baş li girtîgehan ne pêkan e.”