Malbatên girtiyan: Heke zarokên me azad bin dê gelê me jî azad be 2021-09-20 09:02:02     Sema Çaglak   AMED - Malbatên girtiyan bal kişandin ser rewşa girtiyan û gotin: "Heta ku tecrîd ranebe ev zilm û zordarî dê li hemû qadên jiyanê bidome. Dema zarokên me azad bibin dê gelê me jî azad bibe. Ji bo vê jî têkoşîn divê."   Zext û zordarî, belavbûna virûsa koronayê (covîd-19) û her wiha helwesta Saziya Tiba Edlî (ATK) tirs û fikara malbatên girtiyan zêde dike. Heta ku rewşa girtiyan dikeve asta herî bi xeter piştre serbest tên berdan. Ev tişt nîşan dide ku li hemberî girtiyên siyasî polîtîkayeke taybet tê meşandin. Malbatên girtiyan derbarê rewşa girtiyên xwe de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku divê yekcar gel ji bo rewşa girtiyan bikevin nav hewldanan. Ferah Işik, daxwaza bi dawîkirina tecrîdê kir û Kudret Yaşar jî da zanîn ku divê gel xwedî li girtiyên xwe derkevin.    'Divê tecrîd bê rakirin'   Burhan Işik ev 6 sal in li Girtîgeha Patnosê de girtî ye û dayika wî Ferah Işik ji ajansa me re wiha behsa rewşa kurê xwe kir: "Jiyana kurê min her bi binçavkirin û girtinê re derbas bû. Beriya 2008’an li Sêrtê xwendevan bû û li vir hat girtin û piştre serbest hat berdan. Lê çend meh şûnde carek din hat girtin. Vê demê 7 meh di girtîgehê de ma. Ji ber ku evqas hat girtin û berdan dev jî zanîngehê berda û berê xwe da Stenbolê. Dema li Stenbolê carek din hat girtin û 20 meh li girtîgehê ma. Di sala 2016’an de jî li Wanê hat girtin û niha hê jî li Girtîgeha Patnosê ye. Burhan, ji bo mafê xwe bigire her tim tevlî greva birçîbûnê dibû."   Ferah, da zanîn ku li dijî zext û zordariyê girtî her tim di nav berxwedanê de ne û got: "Rojên borî ez bi kurê xwe re axivîm. Kurê min da zanîn ku 'Dê li dijî zext û zordariyê dê li girtîgehan berxwedana xwe bidomînin'. Li gorî min heta ku tecrîd ji holê ranebe dê ew zilm û zordarî dê li her qadên jiyanê bidome. Tecrîd li hemberî me hemûyan pêk tê. Divê ji bo rakarina tecrîdê her kes di nav çalakiyan de bin."   'Heke zarokên me azad be dê gelê me jî azad be'   Cîhan Yaşar jî ev 6 sal in li Girtîgeha Amedê girtî ye. Dayika wî Kudret Yaşar diyar kir ku gava kurê wê hatiye girtin 17 salî bû û 36 sal ceza dane wî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ne tenê zarokê min hemû girtiyên din jiyana wan li girtîgehan derbas  dibe. Zilm û zorî gelek li ser wan tê kirin. Bi taybetî aliyê xwarinê de gelek pirsgirêkan dijîn. Em ji wan re pere dişînin lê pereyên ku em dişînin nadin wan.  Gava tecrîdê rakin ew ê tiştên xweş derkeve. Dê zarokên me azad bin dê gelê me azad be.”   Kudret bal kişand li ser zext û gefên li ser girtiyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Girtî bi telefonê re jî nikarin bi hevalên xwe re biaxivin. Her wiha hevdîtina girtiyan bi hev re jî qedexe kirin e. Ango tecrîdek mezin li ser girtiyan heye. Ez bang li malbatan dikim ku li dijî tecrîdê rabin ser piyan. Bila êdî zarokên me azad bibin. Zarokên me ji azadiya gelê xwe bi zilm û zordariyê re rûbirû dimînin. Divê em xwedî li girtiyên xwe derkevin."