Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi meşeke girseyî bi dawî bû 2021-09-20 08:56:24     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku bi pêşengtiya Meclîsa Îştarê zêdeyî 9 mehan bû hatibû destpêkirin bi meşekE girseyî bi dawî bû.   Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku bi pêşengtiya Meclîsa Îştar ev zêdeyî 9 mehan hatibû destpêkirin bi meşeke girseyî bi dawî bû. Bi minasebet dawî anîna çalakiya greva birçîbûnê şêniyên wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û dest bi meşê kirin. Di meşê de al û posterên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û wêneyên şehîdan hatin hilgirtin. Her wiha meşa ku li ber avahiya Malbatên şehîdan destpê kir, heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY)  dewam kir. Di meşê de dirûşmên; “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Gelê Kurd” û “Bijî Berxwedana Zindanan” hatin berz kirin.   Li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) girse kom bû. Di  kesayeta şehîd Şûkrî Serhed de ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyaniyek ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel Pakistan Bîlen ve hat dayîn.   Pakistan Bîlen got:“Îro em di bînin li her cihek Kurdistanê pêşengên ku em dibêjin nirxên têkoşîn û dîroka me ne, bi salane di nava têkoşînê de ked dane dijmin wan dike hedef. Bi vê jî dixwazin Gelê Kurd tUne bikin, îradeya Gelê Kurd bişkênin, bê hêz bikin û belav bikin. Bila baş bizanibin em bi şehîdên xwe bi hêz dibin, ava dibîn û yekîtiyek hîn xurttir bi me re çêdibe. Li ser vî bingehî armanca me ew e ku em bikaribin bi saya van şehîdan têkoşînê heta serkeftinê bibin. Em dibînîn êrîş li her derê li ser Gelê Kurd tê kirin. Armanca dijmin ew e ku vaN du salên pêşiya me de xwe bigehînin xeyalên xwe yên Osmanî. Armanca wan ya herî bingehîn ew e ku bikaribIN peymana Lozanê û di heman demê de dagirkeriya xwe ya duyemîn a Osmanî bi cih bînIN. Ji bo jî wê êrişên xwe dijwartir dikin. Em jî weke Gelê Kurd li beranberî van êrişan bi îrade û biryardariya xwe li ber xwe didin û em ê xwe bigihînin serkeftinê. Divê em di van du salên pêşiya me bikin salê serkeftina Gelê Kurd.”   'Dê têkoşîn bidome'   Pakîstan wiha domand: “ Pêngava ji aliyê KCK-KJK’ê ve ya bi şîara ‘Bese ji faşîzim û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye’ hat destpêkirin û li her çar parçeyên Kurdistanê belav bû. Ev çalakî li her derê bi awayên cuda cuda hatin kirin û heta roja me ya îro jî berdewame. Ev çalakiya ku hatî destpêkirin roj bi roj berfirehtir dibe. Ev yek ji aliyê civakên derveyî kurdan ve jî hat destekkirin. Ev pêngava ku hatî destpêkirin pêngavek rast bû. Her wiha ji bo hîn zûtir em bigehijin azadiya Rêbertî, hevalên me yên zindanan bi îradeyek herî xurt dest bi vê çalakiyê kiribûn. Ev çalakî bi mehan bû didomiya, ji bo çalakiyên xwe hîn xurtir bikin, şêwazê çalakiya xwe guherîn û ev çalakiya xwe bi dawî kirin. Me jî wek şêniyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî hem ji bo piştgirîdayîna çalakiya zindanan û di heman demê de bibin parçeyek ji vê pêngavê, me dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Ev nêzî salekê ye çalakî didome û em dikarin bêjin gelê wargehê di vê çalakiyê de nasnameyek xwe ya ber bi çav girt. Her wiha hat dîtin ku weke her carê di van aliyan de gelê wargehê xwedî li erk û berpirsyariyek derketin. Li ruxmê hemû şert û mercan û hemû zorî û zehmetiyan jî me dest ji çalakiya xwe berneda û dê têkoşîn bidome. ”   'Dê şêniyên wargehê xwedî li têkoşînê derkevin'   Pakistan Bîlen herî dawî wiha got: “Li ser bangawaziya ku hatî kirin hevalên me yên zindana dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê anîn. Li ser vî bingehî me jî wek şêniyên Wargeha Mexmûr pêwîstî dît ku dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bînin û vê çalakiya xwe vegûherin çalakiyên cûdatir. Em hîvîdarin çalakiyên ku ji niha û şûnde yên ku were pêkanîn şêniyên wargehê bi awayek hîn xurtir lê xwedî der bikevin.”   Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmên; “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Bijî Berxwedana Gelê Kurd” bi dawî bû.