Ciwanên HDP'ê li dijî tiryakê li Peyasê belavok belav kirin 2021-09-18 16:38:28   AMED - Meclîsa Ciwanan a HDP’ê di çarçoveya kampanyaya "Em tiryakê biterikînin, jiyaneke nû ava bikin" de li navçeya Peyasa Amedê xebata afîşê kirin û belavok belav kirin.   Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Em tiryakê biterikînin, jiyaneke nû ava bikin" de xebatên xwe berdewam dikin. Ciwanên HDP’yî li navçeya Peyasa Amedê xebata afîşê kirin û belavok belav kirin.   Ciwanên HDP'yî li kuçeyên Peyasê li dijî tiryak, fihûş, asîmîlasyon û sîxuriyê afîş daliqandin û derbarê van mijaran de ciwan û malbatên li taxan agahdar kirin.