Di civînên PENa Navneteweyî de PENa Kurd bal kişandin ser binpêkirina mafan 2021-09-18 15:07:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Civînên komîteyan ên PENa Navneteweyî yên ji 13'ê vê mehê ve dest pê kirine wê heta 24'ê mehê bi rêya onlineyê berdewam bikin. Di civînên komîteyan de PENa Kurd bal kişand ser binpêkirina mafên nivîskar û rojnamegerên di girtîgehan de û rewşa gelê kurd a li ser çar parçeyan.    Kongreya 87'emîn a PENa Navneteweyî dê di navbera 20 û 24'ê Îlonê de bê lidarxistin. Civînên komîteyan ên PENa Navneteweyî ji 13'ê vê mehê ve dest pê kirine û heta 24'ê mehê wê online berdewam bikin. Mijara Kongreya îsal dê Sedsaliya Pênûsê be: Sed Sal Nîqaşa Rewşenbîrî û Çalakiya li ser Azadiya Derbirînê û Wêjeyê. Çar rojê ewilî civînên komîteyan çêbû. Di 13'ê mehê de civîna Komîteya Nivîskarên Jin, di 14'ê mehê de civîna Komîteya Nivîskarên di Zindanan de, di 15’ê mehê de civîna Komîteya ji bo Aştiyê û di 16'ê mehê de jî civîna Komîteya Ziman û Wergerê çêbû. Komîteyên PENa Kurd raporên xwe amade kirin û di civînan de pêşkêş kirin. PENa Kurd di raporên xwe de bal kişand ser dagirkirin û êrîşên li ser her çar perçeyên Kurdistanê. Axilbe li ser qirkirina kurdan, çand û zimanê kurdan hat sekinandin. Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya PENa Kurd lîsteya nivîskarên girtî parve kir û rewşa girtiyan raxist ber çavan.     Di heman demê de 100 saliya PENa Navnetewî tê pîrozkirin. Di derbarê xebatên sedsalên PENa Navneteweyî de kitêbek hatiye amadekirin ku PENa Kurd jî cihê xwe tê de sitendiye. Kitêba ku tê de zêdetirî 500 wêne, name, belge, afîş û nexşe cih digirin, heta îro bi neh zimanan hatiye çapkirin. Di civînê de wê pirtûk jî pêşkeşî beşdarvanan bê kirin.     Di rojên dawî de wê ji bo serokatiya PENa Navneteweyî û hin wezîfeyan hilbijartin jî çêbibin. Ji bo serokatiya PENa Navneteweyî, nivîskarê kurd û endamê PENA Kurd Bûrhan Sonmez jî namzet e. Bûrhan Sonmez bi salan e di rêveberiya PENa Navneteweyî de kar dike, xwedî tecrube û xwedî berhemên giranbuha ye.   Nêzî 150 navendên ku bi PENa Navneteweyî ve girêdayîne hene. Her navendek bi sedan endamê wan hene û ev tev de rewşenbîr û nivîskar in. Ev sed sal in, ev rêxistin bi berfirehkirin karê xwe dimeşîne. Loma PENa Navneteweyî rêxistinek bi bandor ya navneteweyî ye. PENa Kurd jî ji 1990'î ve perçeyek ji vê rêxistinê ye û navendek çalak e. PENa Kurd jî sedsaliya PENa Navneteweyî pîroz kir û serkeftin ji hemû navendan re xwest.