Talîban vê carê Wezareta Jinê kir hedef 2021-09-18 14:09:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Talîbanê li Afganîstanê destkeftiyên jinan dike hedef vê carê Wezareta Karê Jinan rakir û li dewsa wê "Wezareta Teşwîqkirina Erdemê û Pêşîgirtina Bêehlaqiyê" ava kir.    Talîbana rêveberiya Afganîstanê kir dest destkeftiyên jinan yek bi yek ji holê rakir. Talîbana jinan li malê hepis dike ragihand ku  Wezareta Karê Jinan rakiriye. Talîban ragihand "Wezareta Teşwîqkirina Erdemê û Pêşîgirtina Bêehlaqiyê" ava kiriye.    Talbîban dema rêveberî xistibû dest wêneyên jinan ji ser panoyan rakiribû û piştre dawî li perwerdeya tevlhihev anîbû. Talîbana li ser lixwekirina jinan fetwaya dide asteng kiribû ku jin biçin karê xwe jî.