CFWIJ: 85 rojnamevanên jin hatin darizandin 2021-09-18 13:53:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê binpêkirina mafên rojnamevanên jin de CFWIJ’ê daxuyaniyek da û got: "Li Tirkiyeyê êrişên ser rojnamevanên jin zêde dibe. 85 rojnamevanên jin hatin darizandin."    Di Rojnamevantiyê de Komîsyona Jin (CFWIJ), têkildarî binpêkirinên mafên rojnamevanên jin ên li Tirkiye û cîhanê, li ser êriş û tehdîdên rû bi rû tên, daxuyaniyek da. CFWIJ’ê di daxuyaniyê de bilêv kir ku ew ê her dem parêzvanê mafê rojnamevanên jin bin.   Di daxuyaniyê de hat zanîn ku di demê dawiyê de li Tirkiyeyê rojnamevanên jin ji ber xebatên xwe yên nûçegihaniyê û parvekirina nûçeyên xwe lêpirsîn li  wan tê despêkirin û wiha hat gotin: “Ji serê sala 2021’ê ve li Tirkiyeyê bi kêmanî 55 dosyayên dozên cuda di derbarê rojnamevanên jin de hatine vekirin, em şopdarên wan dozan bûn. Her wiha 85 rojnamevanên jin bi hinceta sûcên ‘teror’ û sûcên cuda, derketine pêşberî dadgehê."