Xizmên Windayan li aqûbeta Cahît Ozalp pirsîn 2021-09-18 13:45:52   AMED -  Xizmên windayan û ÎHD’ê li Amedê çalakiya xwe ya 658'an li dar xistin û li aqûbeta Cahît Ozalp ê ku di sala 1995’an de piştî ku hatibû binçavkirin û cenazeyê wî ji gundê Muxtarê re hatibû radestîkirin pirsîn.   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan bi boneya "Winda bên dîtin, faîl bên darizandin" li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Kosuyoluyê çalakiya hefteya 658'emîn li dar xistin. Di çalakiya ku gelek dayik û parêzvanên mafên mirovan amade bûn, wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Her wiha wêneyê Dayika Aştiyê Hayriye Dogan a di navbera salên 1996 û 97'an de 3 zarokên wê hatin windakirin koça dawî kiribû hat hilgirtin.    Di destpêka çalakiyê de Serokê  Şaxa ÎHD'ê Abdullah Zeytun Dayika Aştiyê Hayriye Dogan bi bîr anî û got:"Dayika Hayriyeyê nêzî 30 salan xwe ji bo li aqûbeta zarokên xwe bipirse û ji bo aştî û demokrasiyê têkoşîn daye."   Di çalakiya vê hefteyê de, li aqûbeta Cahît Ozalp ê ku di sala 24’ê Tebaxê ya 1995’an de li Bîsmîla Amedê hatiye windakirin pirsîn. Sekreterê Şaxa ÎHD’yê Ferhat Berkpinar çîroka Cahît vegot û diyar kir ku Cahît ji aliyên du kesên sîvîl hatiye binçavkirin û di wê rojê de îşkence lê hatiye kir. Ferhat, got: “Ji ber îşkenceya ku di bin çavan de dîtiye wî rakirine nexweşxaneya Bîsmîlê. 5 roj piştre vê gavê lawê Cahît, Haci Ozalp li istasyona trênê tê binçavkirin. Kurê Cahît di bin çavan de ferq dike ku bavê wî jî li Amedê hatiye binçavkirin. Di 26’ê Tebaxa 1995’an de Haci serbst tê berdan. Di heman rojê de cenazeyê Cahît ji hêla leşkeran ve radestî muxtarê gund tê kirin."   Ferhat di berdewamiya çîrokê de wiha got:"Leşkeran sedema mirina Cahît wisa vedibêjin:"Nigê xwe avêtiye ser tepinkê û wisa miriye. Cenazeyê Cahît di nav du heb tûran de hatiye radestkirin. Li gorî ragihandinên gundiyên ku cenaze dîtine tenê nigên Cahît saxlem bûye. Ji xeynî nigê wî hemû laşê wî parçe bûye. Her wiha li gorî ragihandinên malbata wî jî Cahît 3 meh berê ji hêla Cendirmeya Bîsmîlê ve hatiye girtin û jê re sixurtî hatiye ferzkirin. Piştî ku Cahît daxwaza wan red dike, serlêdana sûcê dike û dikeve pey lêgerînên hiqûqê. Lê belê tu encam nayê girtin."   Ferhat wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em wek parêzvanên mafên mirovan, ji bo ku li aqûbeta windayan bê pirsîn û bersûc bên darizandin dê daxwaza xwe ya edalatê berdewam bikin. Lêgerîna me ya edaletê dê di her şert û mercan de berdewam bike."