Li Mêrdînê starta xebatên mîtîngê hat dayîn 2021-09-18 13:20:04     MÊRDÎN - Starta xebatên mîtînga "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e. Dem dema azadiya jinê ye" li Mêrdînê jî bi daxuyaniyekê hat dayîn. Jinan destnîşan kir ku dê li dijî îstismar, nîjadperestî, zayendperestî û hemû cure êrişan bêjin êdî dem dema azadiyê ye.   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) wê di 16'ê cotmehê de bi dirûşma "Ji nîjadperestî û  zayendperestiyê re êdî bes e. Dem dema azadiya jinê ye" mîtîngek bê lidarxistin. Starta xebatên mîtîngê li Mêrdînê jî hat dayîn. Derbarê mijarê de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê daxuyaniyek hat dayîn. Meclîsa Jinan ya HDP’ê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê berdevka TJA’yê Eylem Amak ve hat xwendin.    ‘Dem dema azadiyê ye’   Eylem Amak di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser polîtîkayên taybet ên şer û got. "Jin di aliyê nîjadperestî, zayendî û siyasî de bi êrişan re rûbirû dimînin. Bi taybet ciwanên me di hedefê de ne.  Li Mêrdînê di rojên dawî de hejmara bûyerên îstismar, fihuş, tiryak, windabûn û xwekuştina ciwanan gelek zêde bûne. Ji bo em ji hemû cure êrişan re bêjin êdî bese werin em bi hev re bêjin azadî. Dem dema azadiyê ye.”   Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu ji bal kişand li ser giringiya beşdarbûna meşê û got: “Em jin û ciwan pêwîste seknekî xurt li dijî nîjadperestî û zayendperestiyê nîşa bikin. Di 16'ê cotmehê de li qada îstasyonê em beşdarî çalakiyê bibin."   Daxuyanî bi çepik û dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.