Feleknas Uca: Sekna me zelal e em ê tu carî destûrê nedin 2021-09-18 09:09:23   ENQERE - Feleknas Uca ya HDP'yî ya têkildarî konê provokasyonê yê li ber partiya wê hat avakirin axivî diyar kir ku ew ê destûrê nedin provakasyonên bi vî rengî û got:"Piştî qetilkirina Deniz Poyraz qey dixwazin komkujiyeke mezintir bikin? Sekna me zelal e em ê tu carî destûrê nedin."   Polîtîkayên zextê yên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didomin. Li dijî vê yekê têkoşîna serhildanê ya partîyiyan û gel jî didome. Konên provakasyonê yên li ber avahiyên HDP'ê yên li Amed, Wan, Şirnex, Îzmîrê hatine avakirin hat xwestin yekî din jî li ber Navenda Giştî ya HDP'ê jî bê zêdekirin. Şexsê bi navê Mehmet Laçin ê îdia dike HDP'ê 14 sal berê keça wî revandiye xwest di 16'ê Îlonê de li ber Navenda Giştî ya HDP'ê kon vegire lê belê HDP'yiyan bi têkoşîneke mezin ew asteng kirin.    Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca ya têkildarî mijarê axivî da zanîn çi dibe bila bibe ew ê têkoşîna xwe bidomînin.    'Serhildana gelê me pêşiya lîstikan girt'   Feleknasê da zanîn piştî civîna MGK'ê ya 2015'an biryara "Plana Hilweşandinê" hatiye girtin û piştre li dijî partiya wan, gel êriş hatine kirin her wiha êrişên dagirkeriyê hatine kirin û wiha got:"Ne tenê li ser me li ser 82 milyonî polîtîkayên dagirkerî û tecrîdê pêk tê. Partiya me bi taybet di demên dawî de bûye hedef. Dixwazin ji aliyekî HDP'ê qedexe bike ji aliyekî jî dixwazin HDP'ê xebatan nikaribe bike û HDP'ê her dem asteng dikin. Xwestin li ber avahiyên partiya me yên li Amed, Wan, Mûş, Şirnexê konan vedin. Dewletê berê xwe daye gelek bajarên me. Wekî Amedê li gelek cihan faliyetên me asteng dike. Lê belê li Kurdistanê serhildana gelê me pêşiya lîstikan girt."   'Gel û parlamenteran li berxwe dan'   Feleknasê da zanîn şexsê hatiye ber Navenda Giştî ya HDP'ê di konê li ber Avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de agahî dida hevdu û ji bersûcê Deniz Poyraz re radigihand. Niha jî dewlet dixwaze şexsên wenî bîne ber avahiyên me û konan ava bikin. Feleknasê da zanîn gel û parlamenteran li dijî kesên xwestine kon ava bikin li berxwe dane û wiha pê de çû:"Kujerek bi artêşeke polîsan tê heta ber avahiya me lê belê dema em dixwazin daxuyaniyekê bidin û çalakiyeke biçûk jî bikin em tên astengkirin. Li parlamenterên me dixin."   'Ev lîstikên Erdogan û Soylu yên siyasî ne'   Feleknasê bi lêv kir ku ev hemû lîstikên siyasî yên ji aliyê Erdogan û Soylu hatine amadekirin in û wiha got:"Tiştên xwestin li Şirnex û Amedê bikin û pêk nehat niha dixwazin li navendê bikin. Berî deklerasyona me yê parve bikira xwestin em rojeva xwe biguherin. Sekna me ya li hember vanan zelal e. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê destûrê nedin vana. Ew ê nikaribin kujeran ne bixin navenda giştî ne jî bixin tu derê ku em lê xebatê dikin. Piştî qetilkirina Deniz Poyraz qey dixwazin komkujiyeke mezintir bikin?"   'Her qad ji bo me qada serhildanê ye'   Feleknasê bi bîr xist ku şexsê îdia kiriye keça wî 14 sal berê ji aliyê HDP'ê ve hatiye revandin rast nabêje ji ber HDP 14 sal berê hîn nehatibû avakirin û wiha pê de çû:"HDP 9 sal berê hat avakirin. Ez bang li hemû hêzan dikim ku li dora HDP'ê kom bibin. Ez bang li malbatên li ber avahiyên HDP'ê kon vegirtine jî dikim. Em ne li ba kujerên xwe em li ba gel bin. Her qad ji bo me qada serhildanê ye. Em li her derê serhildana xwe bidomînin."   'Divê kurd bi lîstikan neyên xapandin'   Feleknasa ku diyar kir heta niha ji ber nikaribûn serî bi Tevgera Azadiya Kurd derxin niha dixwazin lîstikên berfirehtir ava bikin wiha dawî li gotina xwe anî:"Çawa li vir van malbatana bi kar tînin niha li Başûrê Kurdistanê jî bi KDP'ê dagirkeriyê dikin. Dijminên kurdan ji bo dagirkeriyeke berfirehtir bikin her tim kurdan bi kar tînin. Ev siyaseta êdî fêde nake. Em bi lîstikên siyasî yên dewletê dizanin. Dixwazin gel ji hevdu dûr bixe û belav bike. Dixwaze bi destên kurdan komkujiyê bike. Divê kurd bi van lîstikana neyên xapandin."