Keça girtiyê nexweş: Em ji bo rewşa bavê xwe bi fikar in 2021-09-18 09:01:14   Sema Çaglak   AMED - Herdem Merwanî ku bavê wê Abdulhalîm Kirtay yek ji girtiyek nexweş e diyar kir ku ew ji bo rewşa bavê xwe gelek bi fikar e û got: “Gelek nexweşiyên bavê min hene û bi roj dibin revîrê, bi şevê jî tînin girtîgehê. Ez dixwazim bavê min û hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.”   Rewşa girtiyan her ku diçe girantir dibe û ligel van yekan tiştek nayê kirin. Bi taybetî jî girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û zext û zordarî li ser wan tê kirin. Tevî van yekan ji ber rewşa girtiyên nexweş malbatê wan jî dikevin nav fikaran. Girtiyê 73 salî Abdulhalîm Kirtay ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Şakranê dimîne, di rojên derbas bûyî de, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de gotibû “Di nava vê heftê de, dibe ku hûn agahiya mirina min bigirin. Xwe amede bikin.” Herdem Merwanî derbarê rewşa bavê xwe û şert û mercên girtiyan de ji ajansa me re axivî.     ‘Polîtîkayên li ser girtiyên nexweş li gorî rewşa wan diguhere’   Herdem diyar kir ku bavê wê 29 sal in di girtîgehê de ye û di pêvajoya girtîgehê de hertim hatiye sirgûn kirin. Herdem, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo berdana wî nêzî salekê maye lê belê di vê demê de girtiyên ku cezayên wan kêm maye, polîtîkayên li ser wan diguherin. Yan dixwazin di nav wan şert û mercên xirab de girtî jiyana xwe ji dest bidin û bişînin malbatên wan re. Yan jî bi nexweşînên giran û wek nîv mirov dixwazin wan bîşînin gel malbatên wan. Bavê min niha li Girtîgeha Şakranê girtî ye. Lê bêriya wê de jî gelek girtîgehan de hatiye sirgûnkirin. Em hertim dibîhîsin ku sirgûnê girtîgehek din kirine. Li ser rewşa bavê min agahiyek zelal nadin. Şerekî bi derunî li ser malbatên girtiyan ve tê meşandin. Di heman demê de qaşo ku tên tedawî kirin jî heman helwest tê dûbare kirin.”   ‘Em ji bo tendurîstiya bavê xwe bi fikar in’   Herdem destnîşan kir ku gelek nexweşiyên bavê wê heye û rewşa wî bi xetereye û wiha axivî: “Ev hefteyekê rewşa bavê min pir giran bûye. Çend roj berê telefonê min kir û ragihand ku ew du roj in di hucreyê de girtî ye. Her wiha li ser wî tundiyek zêde heye û wiha got 'Dibe ku hûn agahiya mirina min bibihîsin. Ji her tiştê re amade bin'. Jixwe piştî wê telefon ji destê wî ket û êdî em nizanin rewşa wî çi ye û fikarê me jî bi vî wayî zêdetir bû. Em nikarin agahî jê bigirin û ev agahî girtin jî ji bo me bûye wek îşkence. Herî dawî çend roj berê gotin wê bi parêzeran re hevdîtina rûbirû wê çêbibe. Ew roj ji bo me wek îşkenceyê bû. Em diçûn girtîgehê ku bibînin lê digotin li nexweşxaneyê ye. Em diçin nexweşxaneyê dibêjin li girtîgehê de ye. Piştre ji wir jî dibêjin herin emniyetê. Em çûn emniyetê lê dibêjin eleqeya me pê tune ye û me şandin jendirmeyê. Em wisa zêdetir jî bi fikar bûn. Ji ber ku me nedizaniya ku bavê me li ku ye.  Em li bendê sekinîn heya ku ji me re agahiyek bidin lê tu tiştek negotin. Em jî di nav fikaran de me got wê ji bavê min re tiştek bûye. Piştre nêzî êvarê hiştin ku parêzer bi bavê min re xeber bide. Parêzer bi bavê min re tenê 5 deqe xeber daye. Li gorî ragihandinên parêzer serum di milê bavê min de hebûye û di halekê gelek xirab de bûye.”   ‘Bi roj dibin nexweşxaneyê bi şeve tînin girtîgehê’   Herdem bilêv kir ku di vê demê de ji girtiyan re wek girtî lê nanêrin û wiha bi lêv kir: “Bavê çend roj di navbera revir û girtîgehê de maye. Bi roj dibin nexweşxaneyê, êvarê dîsa tînin girtîgehê. Her wiha bi hincetê koronayê jî nahêlin bi kesek re hevdîtin bike. Rewşa koronayê li hemberê me bikar tînin. Di vê demê de ji girtîyan re wek girtî lê nanêrin. Girtiyan wekî rehin dibînin. Kengê xwestin wan li hemberê malbatan an jî li hemberê civakê bikar tînin. An jî li hemberê demokrasi û li hemberê vîjdanê bikar tînin. Ji ber vê yekê jî bêdengiya me ya li hemberê wan nêzikatiyan nayê pêjirandin. Bi taybatî jî girtiyên ku temenên wan mezin û girtiyên nexweş divê ji bo rewşa wan re bi hestiyarî bê tevgerandin. Ji ber vê yekê çi dibe bila bibe divê rewşa girtiyan ji rojevê dernekeve. Çiqas em bêdeng bimînin ewqas rewşa girtiyan xirabtir dibe.”   ‘Bijîşk dibêjin divê rojekê jî li girtîgehê nemîne'    Herdem da zanîn ku derbarê rewşa wî de rapor nadin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bavê min di nav şert û mercên xirab de, di bin siya leşkeran de tê tedawî kirin. Ew ji xwe bi serê xwe pirsgirêkek mezin e. Heya 5 sal berê jî ewqas nexweşiyên bavê min tune bû. Lê belê di van salên dawiyê de gelek nexweşiyên bavê min çêbûye. Şekir, tansiyon û gelek nexweşiyên wî yên din hene. Xebatkarên nexweşxaneya wê dere jî diyar dikin ku divê ew rojekê jî di girtîgehê de nemîne. Ji ber ku gotine rewşa wî pir giran e. Lê ji bo reşwa wî ya tendurîstiyê rapor nadin ne loma em nikarin tiştek bikin. Ji bo girtina wan raporan jî hiqûq pêwist e. Ew jî li Tirkiyê tune ye.”   ‘Em bêdeng nemînin’   Herdem, destnîşan kir ku li hemberî girtiyên siyasî polîtîkayeke taybet tê meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bavê min û hemû girtiyên nexweş bi polîtîkayek taybet re rûbirû ne. Divê bi giştî civak li hemberê vê nêzîkatiyê derkevin. Gava em helwestek bi yek nîşan nedin bi tenê hinek kesan ve ew şert û mecên girtîhehan nayê dutristkirin. Em malbat heya cihekê dikarin li ser ve biçin lê divê dengê malbatan bigihêje dengekê bi girseyî. Ez ne tenê ji bo bavê xwe ji bo hemû girtiyên nexweş bang dikim ku bila serbest bên berdan. Em ji ber rewşa wan di nav fikaran de ne. Kî çi dikeve ser milê wan bila ji bo girtiyên nexweş bike û bêdeng nemîne."