Beriya hevdîtina 'Em ber bi azadiyê ve dimeşin' banga tevlibûnê 2021-09-17 17:09:36     STENBOL - Beriya hevdîtina "Em ber bi azadiyê ve dimeşin" aktîvîstên TJA û endamên Meclisa Jinan a HDP'ê ji bo şahiya ku wê li dar bixin banga tevlibûnê kirin.      Li stenbolê dê di 19'ê Îlonê de Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP'ê, li dijî qirkirina jinan, nijadperestî, şer û tecrîdê bi dirûşma "Em ber bi azadiyê ve dimeşin" bi jinan re hevdîtinê bikin. Jinên ku wê li navçeyên Stenbol Gazîosmanpaşa û Sultangazî bi jinan re bên gel hev beriya hevdîtinê banga tevlibûn lê jinan kirin.   Gazîosmanpaşa   Li navçeya Gazîosmanpaşayê beriya çalakiya ku wê bê kirin li taxa Karadenîzê bi jinan re di taştê de hevîdîtin hat kirin.  Di hevdîtinê de parlamentera  HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr û Semra Guzel  û Berdevka Meclisa Jinan a HDP'a Stenbolê Beser Çelîk, aktîvîstên TJA'yê û gelek jinên din tevli bûn.   Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr bi vexwendina jinan a ji bo hevdîtian 19'ê Îlonê ku wê li Sultangaziyê bê lidarxistin dest bi axaftinê kir. Dîrayet diyar kir ku divê kurdî li herderê bê axaftin û di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn û berdewam kir, "Di serî de zarokên kurdan li dijî asîmilasyonê divê hemû ferdên civaka kurd xwe bi rêxistin bikin û ji tirkî bêhtir bi kurdî biaxivin."   Li Îmraliyê tecrîdek giran li ser Birêz Ocalan heye'   Dîrayet anî ziman ku li dijî nasnameya kurdan êrîşên mezin hene û êrîşa herî giran ku tê kirin jî tecrîda li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tê meşandin e. Lê tecrîd tenê ne li Îmraliyê tê meşandin li her derê li ser Gelê kurd berdewam dike."   Dîrayet, diyar kir ku polîtîkayên taybet ên şer li herêmê tê pratîzekirin û got: "Sixûrî û tiryak li ciwanan tê ferzkirin, jin jî tên qetilkirin. Mînaka herî girîng jî tecawizkar Mûsa Orhan a ku bibû sedema xwekuştina Îpek Er."   Dîrayet, da zanîn ku naxwazin pirsgirêka kurd çareser bikin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Divê em çand, ziman û nirxên xwe biparêzin. Ji bo vê jî divê em bêtir xwe bi rêxistin bikin. Li dijî polîtîkayên tunekirinê divê em bi hêz bin."    Piştre Dîrayet û jinên ku pê re çûn serdana malan û banga tevlîbûna hevdîtina jinan a ku li yekşemê bê lidarxistin kir.    Dîrayet, di serdana atolyeya tekstîlê de broşûr da jinan û pirsgirêkên karkeran guhdar kir. Dîrayet di axaftina xwe de da zanîn ku jin ne bi tenê ne û got: "Em jinan bi tenê nahelin. Em dixwazin bi hev re bimeşîn. Her wiha em daxwaze dikin hûn jî tevlî meşa me bibin. Em dixawizin bi hev re pirsgirêkên xwe bînin ziman."    Her wiha li navçeya Sultangazî ya Stenbolê jî Parlamenter Semra Guzel tevlî bernameya serdana esnafan bû. Di bernameyê de pirsgirêkên esnafan hatin guhdarkirin. Esnaf eleqeyeke zêde nîşanî jinan da. Di sedanana de Semra bal kişand daxwazên jinan a aştiyê û got: "Şerê ku niha heyî ji ber tecrîdê ye. Tecrîd dê bi têkoşîna jinan têk biçe.    Bernameya jinan bi belavkirina belovakan bi dawî bû.