Di topbarana li ser gundê Dibis de 4 kes hatin qetilkirin 2021-09-17 16:21:09     NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama topbarana domdar a li ser gundê Dibis ê rojavayê Eyn Îsayê de 4 kesên ku yek ji wan zarok e hatin qetilkirin.   Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin bidestxistin, dewleta tirk û hevkarên wê gundê Dibis ê rojavayê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir. Li gorî nûçeya ku ANHA'yê weşandin hat piştrastkirin ku di encama topbaranê de di nav de zarokekî 17 salî, 4 hatine qetilkirin û 3 kes jî birîndar bûne.   Kesên ku htin qetilkirin navê wan wiha ye: Malik El-Miharb El-Hemîd (25), Îdan Hemed El-Imêrî (40), Hemed El-Xenîs El-Cerbû (20) û zarokê bi navê Xemûs El-Bisêlî (17).