Nobeta 'Edaletê' di roja 193'yan de ye: Îstifa bike 2021-09-17 12:16:17     RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ev 193 roj in Nobeta xwe ya "Edaletê" didomînin li ser hesabê xwe yê medyaya sanal banga "Tu nikaribe edaletê pêk bîne wê demê îstifa bike" kirin.    Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 193'yan de didome. Di saetên serê sibehê de Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar wek her roj ji navçeya Pirsûsê hatin li pêş avahiya edliyeyê û li cihê ku weke "Quncika Edaletê yê Malbata Şenyaşar" tê binavkirin bi dowîza "Em ji bo her kesî edaletê dixwazin" dest bi nobeta xwe kirin.   Banga 'îstifa bike' hat kirin   Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal careke din daxwazên xwe anîn ziman. Malbatê Serdozgerê Komarê yê Rihayê Onder Yenîçerî di Twitterê de etîket kir û ev bang lê kir: "Di aliyekî mêzîna edaletê de parlementerê desthilatê heye. Li aliyê din jî 3 canên li nexweşxaneyê hatine qetilkirin hene. Ji bo ku hûn parlementerekî û malbata wî biparêzin hemû qanûnan tune dihesibînin. Heke tu nikarî edaletê pêk bînî îstîfa bike.”