Li Mexmûrê koma 138'an greva birçîbûnê dewr girt 2021-09-17 12:12:23     MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê di roja xwe 274’an de ji aliyê koma 138’an ve hat dewirgirtin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 274’an de ji aliyê koma 138’an ve bi biryardariyek mezin dewam dike.Bi minasebeta dewirgirtinê, merasîmek hat lidarxistin. Merasîm ji bo tevahî têkoşerên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.   Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 137’an Rojhat Altûrk axivî û got: “Em vê çalakiyê li Rêbertî û hemû gelê wêlatparêz pîroz dikin. Me wek wargeh hem ji bo azadîya Rêbertî, hem jî ji bo piştgîrîdayina çalakiya li zindanan dest bi greva birçîbûnê kiriye û îro 274 roj in çalakî didome. Gelek caran çalakiyên bi vî rengî hatin pêşxistin, lê vê carê armanca çalakiya me azadîya Rêber Apo û têkbirina faşîzmê ye.”   Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.