Jin ji bo hevdîtina 'em ber bi azadiyê ve dimeşin' amade ne 2021-09-17 09:10:13   STENBOL - Aktîvîsta TJA’yê Zekiye Îlbasan ji bo bernameya di 19’ê Îlonê de pêk tînin bang li hemû jinan kir û diyar kir ku wê tecrîda Îmraliyê û qirkirina jinê bigirin rojeva xwe.   Pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Stenbolê di 19’ê Îlonê de li Sultangazî ya Stenbolê li Parka Aşik Veysel bi dirûşma ‘li dijî qirkirina jinê, nîjadperestî, şer û tecrîdê em ber bi azadiyê ve dimeşin’ wê bernameyekê pêk bînin. Jinan beriya bernameyê belavokên kurdî û tirkî amade kirin û gihandin jinan. Her wiha wê jin di vê roja taybet de bi laçikên spî tevlî bernameyê bibin. Aktîvîsta TJA’yê Zekiye Îlbasan der barê tevlîbûna bernameyê de bang li jinan kir û da zanîn ku ew tevlîbûnek xurt dipên.   Rojeva sereke wê tecrîd be   Zekîyeyê daxuyakirin ku di sala dawî de der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, qirkirin û kuştinên jinan de bi jinan re hatine gel hev û di 19’ê Îlonê de jî bi dirûşma ‘li dijî tecrîd, şer, nîjadperestî û qirkirina jinan em ber bi azadiyê ve dimeşin’ wê bên gel hev. Zekiyeyê daxuyakirin ku wê di hevdîtinê de xeta têkoşînê nîqaş bikin û wiha pê de çû: “Ev meheke ji ber pandemiyê û pirsgirêkên tenduristiyê me civîn nekir lê em li sê herêmên Stenbolê bi jinan re hatin gel hev. Daxwaza jinan ji me hebû. Me li wan guhdar kirin. Ji tecrîdê bigirin heta bişaftinê, ji kuştinên jinan bigirin heta krîza aboriyê me sernav dan pêş xwe. Di 19’ê Îlonê de em ê vana nîqaş bikin. Sedema krîza li Tirkiyeyê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Tecrîda li ser Birêz Ocalan bandorê li ser hemû Tirkiye û Rojhilata Navîn dike. Em dibêjin ku tecrîd ranebe ev krîz jî bi dawî nabe. Jin azad nabin. Armanca me ev e ku der barê van mijaran de em têkoşîna xwe mezin bikin.”   Ji bo jinan parastina cewherî   Zekiyeyê bal kişand ser girîngiya parastina cewherî û got jin dikarin bi parastina cewherî azad bin. Zekiyeyê wiha daxuyakirin ku wê jin di vê hawira şer û krîzê de parastina xwe ya cewherî pêk bînin û ev tişt anî ziman: “TJA jî wê di vê çarçoveyê de têkoşîna xwe bimeşîne. Wê li ser zextên ziman jî xebatên me hebin. Ev jî yek ji rojeva me ya sereke ye. Em mal bi mal digerin. Em vedibêjin ku li dijî şerê tê meşandin çawa divê têkoşîn bê dayîn. Ya duyem jî jin pir zêde ji krîza aborî bi bandor dibin. Xebata me di bin van sernavan de dimeşe. Tevgera jinê xeta têkoşînê mezin neke wê ev pirsgirêk bi dawî nebin. Dayik jî dixwazin tevlî vê pêvajoya bi pêşengiya jinan tê meşandin bibin. Di vê nokteyê de girtina berpirsyariyê girîng e. Em dikarin bi hev re ji bin van pirsgirêkan derkevin.”   Wê hevdîtin bidomin   Zekiyeyê destnîşan kir ku di pêvajoya pêş de wê li taxan bigerin, bi jinan re bên gel hev û wiha dirêjî dayê: “Ji bo em giraniya pêvajoyê vebêjin em ê zêdetir bi jinan re bên gel hev. Wê têkoşîna me bidome. Em dixwazin zimanê dayikê bê axaftin. Em der barê zimanê dayikê de jî hedef dikin ku hinek bernameyan çêbikin. Em ê bi jinan re jî hevdîtinên biçûk bikin. Wê hevdîtinên me bidomin.”   Ji bo jinan banga tevlîbûnê   Zekiyeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku  bernameya wan a 19’ê Îlonê ne tenê ji bo jinên kurd ji bo hemû jinan e  û jinên Tirkiyeyê jî ji şer pir bi bandor dibin û wiha dawî lê anî: “Şerê taybet li ser jinan tê meşandin. Em bang dikin ku hemû jin ligel hev bin. Em têkoşînê bi hev re mezin nekin wê qirkirina jinan hîn bêtir zêde bibe. Heta têkoşîn li dijî dewleta mêr neyê dayîn wê kaos jî bi dawî nebe. Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî bernameya li Sultangaziyê bibin.”