Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad: Berjewendiyên gelê xwe bifikirin 2021-09-17 09:06:11   Sema Çaglak   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad, diyar kir ku destkeftiyên kurd û her wiha tevahiya Kurdistanê niha hedef hatiye girtin got: "Ez wek KNK’ê bang li hemû aliyên Kurdistanê dikim ku em bi yekitiya xwe dikarin ji vê qonaxê bi serkeftî derbas bikin. Em di vê pêvajoyê de berjewendiyên xwe yên malbatî, kesayetî bidin aliyekî din, em ê stratejiyek yekgirtî bixin pêşiya xwe û berjewendiya gelê xwe bifikirin."   Geşedanên ku li Herêma Federal a Kurdistanê pêk tê bandorê li tevahiya Kurdistanê dike. Encamên siyaseta hevpar a Amerîka, dewletên Ewropa û Tirkiyeyê ya ku bi taybetî li Herêma Federal a Kurdistanê tê meşandin dê pêşeroja Gelê Kurd diyar bike. Derbarê geşedanên siyasî, êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û dîzaynkirina nû ya Rojhilata Navîn de Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdîstanê (KNK) Zeyneb Mûrad ajansa me re axivî.   * Amerîka û welatên Ewropayê parçeyên sereke yên ku ji rewşa siyasî ya Herêma Federal a Kurdistanê berpirsin. Hûn siyaseta ku hevpar ya ku li hemberî herêmê tê meşandin çawa dinîrxînin? Li gorî kijan pîvanan siyaset tê meşandin? Ji bo Tirkiyeyê rolek çawa hatiye bijartin?   Wekî tê zanîn di siyaseta Rojhîlata Navîn de û bi giştî jî di siyaseta cîhanê de rewşekê taybet heye. Li her derê şer û pevçûn heye. Ev jî bi siyaseta zilhê yê cîhanê ne. Emerîka û welatên Rojavayî dixwazin li gorî berjewendiyên xwe bi planên nû dizaynek bidin Rojhîlata Navîn. Ev plan demek dirêj e tê pratîzekirin. Ji Efxanîstanê bigire heta Iraq û Îranê, ji Sûriyeyê bigire heta Tirkiye jî di nav de siyaseteke taybet tê meşandin. Ew rewş bi xwe êdî şerê sêyemîn e.   Li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin   Ev siyaset rasterast bandorê li kurdan dike. Ji ber ku erdnîgariya Kurdîstanê navenda vê şerê ye. Ev şer şerê berjewendiyan e. Niha hemû welatên mezin li gorî berjewendiyên xwe tevdiger in. Ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe dixwazin ku kesekê pêşengî û bi cihkirina van planan bike jî Tirkiye xuya dike. Her wiha Tirkiyê jî dixwaze xewnên xwe yên dîrokî ya bi nûkirina Împaratoriya Osmanî pêk bîne.   Li hemberî kurdan dijminatiyeke dîrokî heye   Di heman demê de dijminatiyeke dîrokî ya li hemberî kurdan heye. Tirkiyê ji bo pêkanîna polîtîkayên xwe ev rewş, alozî û nakokiyên ku di Rojhîlata Navîn de pêk tên ji xwe re wek firsend dibîne. Bi taybet jî rewşa Kurdistanê ji xwe re firsendek mezin dibîne. Em dibînin ku di siyaseta kurdan de parçebûnek heye. Ev siyaseta parçebûn jî bi xwe ji bo Tirkiyeyê dibe firsendek sereke ku ew parçebûnê li gorî xwe bikar bîne û van planên xwe bimeşîne. Tevî van yekan ji bo me kurdan xwendina pêvajoyê û ew siyaseta ku li hemberê me tê meşandin, çawa bê şîrove kirin û nirxandin divê.   Tirkiye ji lawaziya hikûmetan cesaretê digire   Bi taybet ji 23’yê nîsanê wê de êrîşek berfireh ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dest pê kirin. Li hemberî Zap, Metîna û Avaşînê. Ev êrîş ji bo berfirehkirina planên xwe gavên destpêkeye. Li hemberê vê dagirkerî û êrîşê jî berxwedanek bêhempa heye. 4 û 5 meh li dû xwe hiştiye, hê jî Tirkiyê nikare planên xwe bi cîh bine an jî ew armanca xwe pêk bîne. Di heman demê de hewldanên her çar parçeyên Kurdîstanê bandorê li siyaseta cîhanê kiriye. Heke em siyaseta ku li başûrê Kurdîstanê bigirin dest, bêdengiyek li hemberê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirkiyê heye. Di heman demê de di asta Iraqê de lawazbûnek jî heye. Hem hikûmeta Başûr, hem a Sûriye, hem Iraq û û hem jî Îranê pirsgirêkên navxweyî dijîn. Ew bi xwe dibe sedem ku Tirkiyê cesaretekê bigire û êrişan bike.   Hemû pîvanên navneteweyî tên binpêkirin   Wekî tê şopandin û her kes bi aşkere dibîne ku hemû pîvanên mafê mirovan, hemû zagonên navdewletî û navneteweyî, heta pîvanên şer tên binpêkirin. Bikaranîna çekên  giran, bikaranîna çekên kimyewî, bikaranîna rê û rêbazên dijexlaqî didome û berdewam dike. Lê em dibînin ku li hemberê van êrîşan de mixabin ji hêla Herêma Federal a Kurdîstanê an jî ji parlementoya Kurdîstanê bertekek nîne.   *Bi pêşengiya Tirkiyeyê û PDK'ê li herêmê siyaseteke taybet dide meşandin û ev siyaset bandorê pêşeroj û destkeftiyên Gelê Kurd dike, di vê siyasetê de çi tê armanckirin?   Di van êrîşên dewleta tirk de bi tevahî Kurdistan bi xwe hedef e. Hemû deskeftiyên kurdan hedef in. Bi taybet îro li başûrê Kurdistanê de deskeftiya statûyek heye. Ev statû bi salan e hatiye bi dest xistin û niha ev statû di bin xetereyê de ye. Dewleta tirk dixwaze hemû deskeftiyên kurdan bidestbixe û xewn û xeyalên xwe pêk bîne. Em dikarin bêjin ku xeteriyek pir mezin li ser van deskeftiyan heye. Her wiha ev geşedanên siyasî û êrişên dewleta tirk ku pêk tên ne tenê li ser Gelê Kurd e. Em dikarin bêjin ku li ser hemû pêkhateyên ku van aloziyan dijîn dike heye.   Divê Gelê Kurd bi hestiyarî tevbigere   Her kes dizane ku dewleta tirk bi zîhnîyetekê faşîst tevdigere. Bi yek reng, yek ziman, yek ol, yek neteweyî polîtîkayên xwe dimeşîne. Ji bilî zîhniyeta DAIŞ’ê tu kesî qebûl nake. Loma xeteriya berfireh li hemberî Rojhîlata Navîn heye. Qasî ku me şopand, îro dewleta tirk ji bo xewn û xeyalên xwe yên dîrokî û destnîşankirina sînorên Mîsaki-Millî vilayeta Musilê dixwaze vegerîne nav sînorên xwe. Ew jî tê wateya ku wê heya Kerkûkê nesekine. Ew xewn û xeyalên wê jî ji axa Kurdîstanê derbas dibe. Lewra di vê mijarê de Gelê Kurd divê bi hestiyarî tevbigere. Berpirsyariya vê mijarê jî bi taybetî li ser milê rayedarên başûrê Kurdistanê, li ser civaka başûrê Kurdîstanê û di heman demê de li ser hemû pêkhateyên ku ew aloziyan dijîn e.”   *Hikûmetên Bexda û Hewlêrê li dijî vîna êzidiyan di nav hewldanan de ne û her wiha Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) a ku dibin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY) de ne jî bi êrişên balafirên şer re rûbirû ye. Di vê mijarê de hûn nêzîkatiya NY’yê, hikûmetên Bexda û Hewlêrê çawa şîrove dikin?   Ez di destpêkê de dixwazim li ser sedema bêdengiya li hemberê van êrîşan bisekinim. Netewên Yekbûyî, hêzên navdewletî ewqas di xema wan de nîne ku zarokên kurd, kesek kurd bê qetîlkirin. An jî axa Kurdistanê bê dagirkirin. Ew tenê berjewendiyên xwe difikirin.  Ji bo planên xwe yên siyasî pêk bînin tevdigerin. Di heman demê de hikûmeta Iraqê lawazbûnek û parçebûnekî dijî, ji bo wê jî ne xem e. Ne xem e ku Gelê Kurd çawa bên fetisandin çawa bên qetîlkirin. Ji ber ku heya niha ew zîhniyeta faşist di nav Iraqê de jî heye. Ji ber vê hemû kes li gorî berjewendiyên xwe yên herêmî tevdigerin. Loma em dibînin ku li hemberê wan êrîşan bêdengiyek heye. Niha hikûmeta herêmê jî bi heman şiklî ye.   Şengal cihekî stratejîk e   Her kes dizane ku di dema 3’yê Tebaxê 2014’an de êrîşê li Şengalê hat kirin û herî zêde yên ku bê xem bûn Hikûmeta Başûrê Kurdîstanê bû.  Ew hem aliyê êzidiyan ve tê ser ziman û hem jî ji aliyê raya giştî ve tê ser ziman. Niha her kes dizane ku ji xeynî kesên Şengalê tu hêz nîne ku Şengalê biparêz e. Loma em dibînin dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze îradeyê Şengalê bifetisîne. Naxwaze ku êzidî bi bawerî û bi rêveberiya xwe li herêma xwe bijî. Loma em dibînin roj bi roj êrîşên xwe berfirehtir dikin. Tê zanîn erdnîgariya Şengalê ji aliyê polîtîk ve cihekê stratejîk e. Hem ji bo Tirkiyê hem jî ji bo Iraqê girîng e. Her wiha di navbera hikûmeta Bexdayê û Hewlêrê de peymanek ser Şengalê hat îmzekirin. Lê belê ew peyman û tifaqa hikûmetan bi awayekî tund hat şermezarkirin. Lê tifaqa wan bi ser neket û ji ber ku êzidiyên îro ne êzidiyên berê ne. Îro xwedî bi îrade ne û hêzekê wan heye. Loma dewleta tirk ewqas êrişê li Şengalê dike.   Li Mexmûrê yasayên navdewletî tê binpêkirin   Di asta Mexmûrê de jî heman tişt derbasdar e. Em dibînin ku îro li Mexmûrê yasayên navdewletî tên binpêkirin. Tê zanîn ku Wargeha Mexmûrê di salên 90’î de ji aliyê Netewên Yekbûyî hate avakirin. Îro li wir qanûnên mafên mirovan tên binpêkirin.  Ev yek nayê qebûlkirin. Tirkiyê hebûna kurdên wê dere wek metirsiyeke li dijî xwe dibîne. Ew nêzî 30 sal in kurd li wir dijîn. Lewra êrîşên xwe berdewam dike. Ew hem berpirsyariyekî qanûnî hem jî berpirsyariyek navdewletî ye. Li Wargeha Mexmûrê pîvanên hemû navdewletî tên binpê kirin.     * Polîtîkayên zext û zordariyê ya ku li Tirkiyeyê li hemberî berxwedêran tê meşandin, heman polîtîka li Herêma Federal a Kurdistanê li hemberî berxwedêran tê meşandin. Mirov vê mijarê dikare çawa binirxîne?   Niha her çar aliyên Kurdistanê di bin dagirkeriyê de ne. Em di encama siyasetên cîhanî de hatin parçekirin û ew dagirkeriya li hemberê me hêj berdewam e. Lê li hemberê vê dagirkeriyê jî berxwedanek pir mezin heye. Îro ev sînorên heyî hêdî hêdî di mejî û hişê kurdan de nema ye. Lê em dibînin ku ew carekê din alternatîfan digerin. Ew hişmendiya dagirkeriyê niha deskeftiyên kurdan a ku bi salane bidest xistine tune dikin. Loma em dibînin ku ew dagirkerî roj bi roj berfirehtir dibe. Pêşengiya vê dagirkeriyê jî dewleta tirk dike. Li Kurdîstanê siyaseta dagirkeriyê bi zîhniyetek faşist dimeşe. Li bakurê Kurdistanê siyaseta qirkirinê tê meşandin. Bi taybetî li hemberî jinan siyaseta qirkirinê tê meşandin. Tirkiyê mirovek azadîxwaz û demokrasîxwaz naxwaze. Li rojavayê Kurdistanê de jî em dibînin ku dewleta tirk a qirker çawa siyaseta xwe dimeşîne. Me di dagirkirina Efrîn û Serêkanî de dît ku bi çeteyên DAIŞ, El-Nusra û wan axan çawa dagir kirin. Niha jî li hemberî başûrê Kurdistanê êrîşên berfireh tê meşandin.   Li hemberî dagirkeriyê berxwedan…   Tevî van yekan berxwedana kurd û bi taybet berxwedana gerîlla nehiştiye ku ew planan dewleta tirk pêk were. Nehiştiye ku bi nefesa dagirkeriyê dewleta tirk pêşve biçe. Lê niha ew têrî nake. Niha pêdiviya piştgiriyek bi berfirehtir heye. Pêwîstî bi rola civakê heye, pêwistî bi rola jinan, rewşenbîr, hunermend û ji hemû pêkhateyên civakê heye. Wekî ku em hertim tînin ziman pêwistî bi berxwedaneke yekgirtî û bêhempa heye. Ev jî di çarçoveya yekitîya neteweyî bi pêkan e. Bi qasî wê jî derfet heye ku gelê me li dijî wan êrîşan bibin bersîv û ji bo ku ji vê qonaxê bi serfektî derkevin.   * Di 5'ê îlonê de li Hollandayê bi pêşengiya Komîsyona Jinan a KNK'ê, şêwira jinên kurd hat lidarxistin. Di vê pêvajoyê de li darxistina şêwrê divê mirov çawa bigire dest?   Di çarçoveya vê nirxandinên li ser rewşa giştî ya Rojhîlata Navîn ku me kir û bi taybet qonaxa girîng ku Kurdistan têde derbas dibe; ne jinên diaspora ne jî welatên Ewropî jê dûr nîne. Zext û zilmên ku li her çar parçeyên Kurdistanê diqewime jinên kurd ên diaspora jê dûr nîne. Ew jî wekî beşekê ji vê rewşê re bi girîngî dizanin.   Li ser rewşa Kurdistanê nîqaşên berfireh   Şêwireke di asta nûneretiya di her çar beşên Kurdistanê de pêk hat. Her wiha nûneretiya derveyî welat û nûnertiya pêkhateyên wekî êzidî, elewî, yarsan û pêkhateyên ku li vir dijîn hatin gel hevdû. Ligel van hemû pêkhateyan li ser rewşa Kurdistanê nîqaşên berfirehî hatin kirin. Ev şêwir li hemberê dagirkeriyê helwesta jina wê çawa bibe bû. Ew meseleya dagirkeriyê bi sîstemeke mêr dewletî dimeşe û Tirkiyê jî pêşengiya vê dagirkeriyê dike. Loma em wekî jinên dîaspora hem di astê navdewletî de xwest bibandor bibin hem jî di astê hundirî de rola me wê çawa bibe, em li ser vê rawestiyan. Ji ber ku hebûna Gelê Kurd di bin xetereyê de ye. Di şêwirê de ew hemû mijar û pirsgirêk bi berfirehî hatin nîqaşkirin.   Destkeftiyên kurd di bin xeterê de ye   Bi taybet li ser rewşa başûrê Kurdistanê hat sekinandin û peyamên girîng hatin dayîn. Dayik û jinên pêkhateyên bi axaftinên xwe bal kişandin ser rewşa heyî. Peyamên ji bo başûrê Kurdistanê, ji Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Parlementoya Başûrê Kurdistanê hatin dayîn ku ew nebin parçeyek ji wan planên dagirkeriyê. Ji ber ku hemû deskeftiyên me di bin xeterê de ye. Îro mafê Gelê Kurd tên binpêkirin. Loma bangekê rasterast ji bo başûrê Kurdîstanê hate kirin.   7 gerîlla hatin qetilkirin   Di roja konferansê de 7 gerîlla ji aliyê PDK’ê ve li Xelîfanê de hatin qetîlkirin. Jinan di şêwrê de bertekeke tund nîşan da. Lewra divê em hêzên xwe bikin yek û li hemberê vê dagirkeriyê bisekinin. Ji ber ku ev ne bûyera yekemîn e. Wekî tê zanîn di 5’ê hezîranê de jî komek pêşmerge bi êrişê re rûbirû ma bû û êrîşekê navxweyî derketibû. Piştî vê dîsa çend gerîlla hatin windakirin. Ne tenê gerîlla, li başûr çalakvan jî tên windakirin. Her kesekê ku li ser xaka Kurdîstanê jiyanek azad bixwaze hedef tê girtin. Ev di roja îro de nayê qebûlkirin.   Di bin navê hewandina penaberan pere didin Tirkiyeyê   Ji ber van sedeman piştî nîqaşên berfireh çend biryarên girîng hatin girtin. Yek ji wan biryaran jî pêşxistina dîplomasiya jinê bû. Ji bo zext û êrîşên dagirkeran wê jin çawa dîplomasiyek li Ewropayê bidin meşandin ku welatên Ewropî ji bo êrîşên dewleta tirk piştgirî nedin. Wekî tê zanîn di bin navê hewandina penaberan Tirkiyê pereyek gelek mezin digire. Bi wan pereyên ku digire, çekên giran tên stendin û Gele Kurd qetîl dike.   Şandeyek dê biçe başûrê Kurdistanê   Di heman demê de ji bo jinên ku li Iraqî jî bang hat kirin ku dê jin çawa li ser siyaseta Iraqê bibin xwedî hêzeke bi bandor. Di heman demê de jî biryarek girîng ku di şêwirê de hate girtin ev bû: Em ê di asta hundirî de jî şandeyek ku ji her aliyên Kurdîstanê ve ji jinan pêk tê wê biçe başûrê Kurdistanê. Hem ji bo hevdîtina gel hem jî ji bo yekgirtinê.   * Di pêvajoya îro de rola û mîsyona ku dikeve ser milê jinan çiye?  Divê jin pêşengtiyeke çawa bikin?   Wekî tê zanîn du konferansên neteweyî ya jinên kurd pêk hat. Yek li Amed yek jî li başûrê Kurdistanê Hewlêrê hat lidarxistin. Di van salên dawiyê de komîteyek hat damezrandin ji bo konferansa sêyem. Heya niha kar û xebatên xwe dide meşandin. Di her aliyên Rojhîlata Navîn û cîhanê de bi taybetî rol û mîsyonên jinan hene. Di vê qonaxê de zêdetir rol û berpirsyariyên jinan heye.  Çawa ku heta îro jinên kurd pêşengtî kiriye wê îro jî ji bo yekitiya netewî pêşengtiyê bikin. Yekitiya jinan di roja me ya îro de pêwistiyek jiyanî ye. Ew jî wek pêngavek tê dîtin.   Herî dawî ez wek KNK’ê, banga li hemû aliyên Kurdîstanê dikim ku em bi yekitiyê dikarin ji vê qonaxê bi serkeftî derbas bikin. Em di vê pêvajoyê de berjewendiyên xwe yên malbatî, kesayetî bidin aliyekî din, em ê stratejiyek yekgirtî bixin pêşiya xwe û berjewendiya gelê xwe bifikirin.