Dayika girtiyê nexweş: Berxwedana li dijî tecrîdê dê neqede 2021-09-17 09:01:59     Medya Uren   MÊRDÎN - Dayika Aştiyê û dayika girtiyê nexweş Abdullah Gunay, Besna Gunay têkildarî tecrîdê û binpêkirinên mafên li girtîgehan axivî. Besnayê diyar kir tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha got:"Berxwedana me tucar dê raneweste. Heta li girtîgehan binpêkirina mafan neqede, heta ku tecrîd neyê şikandin, rêbaz çi dibe bila bibe em ê têbikoşin. Berxwedana li dijî tecrîdê dê neqede. "   Di çarçoveya  pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" de li her çar parçeyên Kurdistanê çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Car din ji girtîgehan ji bo pêngavê piştgiriyek xurt hat dayîn. Girtiyan 290 rojan çalakiya greva birçîbûnê li dijî tecrîd û binpêkirina mafên li girtîgehan domandin û niha jî biryar dan ku wê bi çalakiyên cur bi cur re cardin piştgiriyê bidin pêngavê.   Her çiqasî ku girtiyan çalakiya greva birçîbûnê ya bi bandor jî pêk anîn, dewleta tirk di aliyê çareseriyê de tu gav neavêt. Tecrîda girankirî her ku çû bêtir hat girankirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dijwartir bûn. Bi taybet jî girtiyên siyasî yên nexweş nayên tedawîkirin û dermankirin. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê û dayika girtiyê siyasî yê nexweş Abdullah Gunay ê niha di Girtîgeha Edîrneyê de tê girtin, Besna Gunay têkildarî şikandina tecrîdê û binpêkirina mafên li girtîgehan axivî. Besnayê diyar kir ku bidawîbûna çalakiya grevên birçîbûnê nayê wateya ku berxwedan nayê kirin û bi dawî bûye. Besnayê soza berdewamkirina berxwdanê da û got ew ê tecrîdê bişkînin.   'Ev tecrîd e, sûcê mirovahiyê û zilm e'   Besnayê bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li dijî kurdan û wiha got:"Tiştên me ji destên wan kişandiye, bi gotinê naqedin. Dayikên kurd timî yan bi hesreta dîtina zarokên xwe ne, yan ji ber ku mezelekî zarokên wan jî tune ye dinalin an jî di rêya girtîgehan de jiyana wan derbas dibe. Lawekî min rojnamevan bû, ji ber zilm û êrişa dewletê tevlî nav hevala bû û ev 6 sal in şehît ketiye lê min mezelê wî jî nedîtiye. Kurê min ê din Abdullah Gunay (43) siyasetmendar bû, di salên 1999’an de ji ber teqînekê ku di sûkê de çêbûbû hatibû girtin. Çek danîn serê wî û îfadeya ku amade kirine pê dan îmzekirin. Yanî Abdullah sûk neşewitandibû. Ev 22 sal in jî ez li devê girtîgehan im. Ev ne jiyana min tenê ye, bi milyonan dayikên me bûyerên nêzî vê tên serê wan. Ev tecrîd e, sûcê mirovahiyê û zilm e. Ne çanda me ne zimanê me tê qebûlkirin, ne rojnamevanên me azad tên hiştin ne jî em. Derketandina li dijî vê yekê jî erka me ya mirovahiyê ye. Ger em ranebin em şîrîkê van gunehan bin."   'Berxwedana li dijî tecrîdê dê neqede'    Besnayê anî ziman li dijî tecrîdê li girtîgehan weke her carê berxwedaneke mezin hat dayîn. Besnayê di axaftina xwe de rexne li gel jî kir û got:"Pêwîst e em bar li ser milê girtiyan tenê nehêlin. Niha ew jixwe di zehmetiyê de ne, pêwîst e em tiştekî bikin. Bi dawîbûna greva birçîbûnê jî nayê wê wateyê ku berxwedan bi dawî bûye. Girtî xwediyê vîneke bi hêz in. Rêbaz çi dibe bila bibe ew ê li berxwe bidin. Min ji bo hemû girtiyan soz daye lawê xwe ku heta ez hebim ez ê piştgiriyê bidim wan. Em ê bi hev re bi ser bikevin. Em bawer in. Em ji kesekî natirsin û em ê li qadan bin. Berxwedana li dijî tecrîdê jî dê neqede."   'Kes jî nikare me tune bike'   Besnayê bi lêv kir ku her tim dewleta tirk bi rêbazên şer nêzî kurdan dibe û wiha got:"Em tim dibêjin aştî û têkoşîna me bi salan e ji bo wê tê dayîn. Ez weke Dayika Aştiyê erka dikeve ser milê min dikim. Lê ew germ nêzî me nabin. Mixabin dibêjin qey ew ê bi girtin, qetilkirin û koçberiyan me tune bikin. Xwedê ev ziman daye me, heta em hene em ê kurd bin û kes jî nikare me tune bike. Bi şer jî tiştek çareser nabe. Heta niha me ji şer çi encam girtiye ma? Ji bo aramiyek bêdawî pêwîst e hikumet hinek gavên çareserkirinê biavêje."   'Pêwîst e em bi hev re bibin dengê girtiyan'   Besnayê herî dawî bang li her kesî kir û got:"Ger îro em deng dernexin em ê herin û herin. Pêwîst e em bi hev re bibin dengê girtiyan. Abdullahê min tenê yek ji wan girtiyên nexweş e ku nayê tedawîkirin. Ev çend meh in dixwaze bê tedawîkirin lê nabin tedawiyê. Ji her mafê xwe tên mehrûmkirin. Ger kesek bêje ez kurd im û bi wijdan im divê rabe. Ew zarok ne zarokên min tenê ne, ev welat ne welatê min tenê ye, her tişt ji bo we ye.  Îro dem dema azadiyê ye."