ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2021'Ê 2021-09-17 09:00:00   * Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad, diyar kir ku destkeftiyên kurd û her wiha tevahiya Kurdistanê niha hedef hatiye girtin got: "Ez wek KNK’ê bang li hemû aliyên Kurdistanê dikim ku em bi yekitiya xwe dikarin ji vê qonaxê bi serkeftî derbas bikin. Em di vê pêvajoyê de berjewendiyên xwe yên malbatî, kesayetî bidin aliyekî din, em ê stratejiyek yekgirtî bixin pêşiya xwe û berjewendiya gelê xwe bifikirin." BI DÎMEN    *Dayika Aştiyê û dayika girtiyê nexweş Abdullah Gunay, Besna Gunay têkildarî tecrîdê û binpêkirinên mafên li girtîgehan axivî. Besnayê diyar kir tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha got:"Berxwedana me tucar dê raneweste. Heta li girtîgehan binpêkirina mafan neqede, heta ku tecrîd neyê şikandin, rêbaz çi dibe bila bibe em ê têbikoşin. Berxwedana li dijî tecrîdê dê neqede." DÎMEN HEYE   *Hunermendan balkişand ser rewşa girtiyên nexweş yên roj bi roj rewşa wan giran dibe û gotin: “Divê girtî bên berdan. Ev mafê sereke ye. Mirov hem girtî hem nexweş be,  jiyana li girtîgehê ne pêkan e. Em bi dehan car bûn şahidê vê. Divê demildest girtî bên berdan.”   *Li cihên ku zîhniyeta wekhev, demokratîk û azadîxwaz bê pêşxistin li wir xwebûna mirovan tê afirandin. Mirovên ku li ser kok û xwebûna xwe pêş bikeve li wir cudahiyan û dewlemendiyan jî dihewîne. Cudabûnê red dike. Zimanê jiyana azad bêguman azadiyê dihewîne. Di vê jiyanê de ruhê ziman jî û ew bixwe jî azade." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Aktîvîsta TJA’yê Zekiye Îlbasan ji bo bernameya di 19’ê Îlonê de pêk tînin bang li hemû jinan kir û diyar kir ku wê tecrîda Îmraliyê û qirkirina jinê bigirin rojeva xwe.  DÎMEN HEYE   *Wê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê li Mêrdînê serdana sendikayan û Platfroma Jinê ya Şahmaranê bikin. (16.30)