Malbata Şenyaşar: Li ber deriyê edliyê tenê zilm heye 2021-09-16 13:03:09     RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 192'yan de didome. Malbata Şenyaşar li wî kesê di êrişa li dijî malbata xwe de keleşnîkofê bikar aniye û di îdianameyê de cih nagire pirsî.    Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ên sê ferdên malbata xwe di êrişa AKP’iyan de winda kirin, ji 9’ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê “Nobeta Edaletê” digirin. Malbata Şenyaşar di roja 192’yemîn de li ber edliyê çalakiya xwe domand û daxwaza edaletê kir. Malbat wek her sibehê ji navçeya Pirsûsê hat ber edliyê û li “Kuncê edaletê yê Malbata Şenyaşar” dest bi nobeta îro kir.     Ferit Şenyaşar di çalakiyê de axivî û bal kişand ser wî kesê ku di êrişê de keleşnîkof bikar aniye û di îdianameyê de cih nagire û got: “Di dîmenan de bavê min tê kargehê. Li wir kesek keleşnîkof di destê wî de ber bi bavê min ve diçe. Têkidlarî karkgehê doz hat dîtin, lê mixabin ew kesê bi keleşnîkof di îdianameyê de cih nagire. Di darizandinê de ev kes nîne. Em dipirsin; e kesê bi keleşnîkofê hatiye kargeha me kî ye?”   Şenyaşar bi bîr xist ku nobeta wan edaletê di roja 192’yemîn de berdewam dike û got: “Tirkiye hemû li vê zilmê temaşe dike. Lê hêj Wezîrê Dadê û dozger û dadger bêdeng in. Ka we digot deriyê edliyê deriyê edaletê ye. Li ber vî deriyi tenê zilm heye. Dozger û serdozger hiqûqa serdest diparêze. Tiştên diqewimin deqek reş e û li eniya Tirkiyê ye. Her kesê li edliyê qîrîna dayika min dibihîze. Em dixwazin ev zilm were bidawîkirin û êdî bes e bila dayika min biçe mala xwe. Em dixwazin darizandinek adilane pêk were. Heke hûn nakin jî li ser wan qoltixan rûnenin.”    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya sanal jî wiha got: “Bêedaletiya herî mezin ew e ku ew kes xwe wek edaletî nîşan didin. Helwesta dozgeran 3 sal in wiha didome. Em bi anîna edaletê bêedaletiyê hilweşînin.”