HDP: Hûn nikarin kujerê Denîz Poyraz bînin vêderê 2021-09-16 11:38:36   ANKARA - Parlamenterên HDP'ê bertek nîşanî polîsên ku ji bo Mehmet Laçîn ê bê ber avahiya wan rêvekirin dan û bi dirûşmên, "Polîs kujeran diparêze" û "Hûn nikarin kujerên Denîz Poyraz bînin vêderê" ew şermezar kirin.   Polîsan bi Mehmet Laçîn li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê bi îdiaya “HDP’ê zarokek wî biriye çiyê” nobet dida girtin. Polîsan vê carê Mehmet Laçîn anîn ber Navenda Giştî ya HDP’ê ya li Enqereyê û xwestin li ber avahiyê jê re kon vedin. Duh jî bi heman kesî li ber Meclîsê û Dadgeha Destûra Bingehîn daxuyanî dabûn. Vê sibehê jî anîn ber avahiya HDP’ê.    Polîsan serê sibehê kuçeya navenda partiyê dorpêç kirin. Vê sibehê jî parlamenter û rêveberên HDP’ê jî li avahiya xwe ji bo deklarasyona wê di 27’ê îlonê de eşkere bikin civiyan.    'Ji bo kuştina Denîzê çavdêrî kiriye'   Polîsan ji HDP’iyan xwest ji bo Mehmet Laçîn wesayîtên xwe rakin û parlamenter bikevin hundir. Parlamenterên HDP’ê  bertek nîşanî polîsan dan: “Hûn nikarin qatilên Denîz Poyraz bînin vir. Wextê ku Denîz Poyraz hat qetilkirin, vî kesî li avahiyê notirvanî dikir. Polîs wî diparêzin.”    Li avahiya HDP’ê pankarta bi wêneyê Denîz Poyraz hat daliqandin.    Di vê navberê de polîsan êrîşî parlamenterên HDP’ kir.    Kesê bi navê Mehmet Laçîn bi parastina polîsan dixwaze daxuyanî bide.    Parlamenterên HDP’ê bi berzkirina dirûşmên “Qatil bicehime” û “Denîz Poyraz nemir e” destûr nadan ku daxuyanî were dayîn.