Berteka li dijî qetilkirina Mîraç: Em ê dengê xwe bilind bikin 2021-09-16 09:12:54   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Mîraç Mîroglu di encama lêketina wesayîta zirxî de hat qetilkirin û gumanbar polîs hatibû berdan. Li Îzmîrê jinan bertek nîşanê rewşê dan û diyarkirin ku divê hemû muxalefet li dijî vê dengê xwe bilind bike.   Li navçeya Hezex a Şirnexê li taxa Turgut Ozal di 3’yê îlonê de wesayîta zirxî li zarokê 7 salî Mîraç Mîroglu ket û qetil kir. Polîsê wesayîta zirxî bikar dianî hat girtin lê ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulh a Hezexê ve hat berdan. Di rapora qezayê de jî tevî ku şahidan gotin leza wesayît pir zêde bû jî Mîraç bi qusur hat dîtin. Li dijî qetilkirina Mîraç bertek didomin. Li Îzmîrê jî siyasetmedarên jin bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku divê qerekol û kalekol ji taxan bên derxistin.   ‘Li qadên sivîl hebûna wesayîtên zirxî polîsa şerê taybete’   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Besriye Tekgur diyar kir ku wesayîtên zirxî tenê li herêmên kurdan hene û ev parçeyeke polîtîka şer a çewisandinê ye û wiha got: “Hema hema serî kesî wesayîtek zirxî heye. Li ser kurdan zext tê hedefkirin. Em hem li ser zarokan hem li ser jinan dibînin. Bi taybet panzer dide pey zarokan. Em ji dîmenan dibînin.”   ‘Dijmirovahî tê asayîkirin’   Besriyeyê her wiha daxuyakirin ku li herêmê dijmirovahî tê asayîkirin û got divê ji metropolên wek Îzmîr û Stenbolê bertek bê nîşandan û wiha dirêjî dayê: “Dewletê hemû Kurd terorîst îlan kiriye. Di bin navê terorê de li herêmên kurdan vê dike. Di gotinek biçûk de dibêjin kurde, terorîste, kevir avêtiye polîs. Zarokek li bîsîkletê siwar bûye, derbasî alî din dibe. Ne mumkune ku polîs nebîne. Kurdan wek mirov nabînin, dikujin û ev jî ji wan re kar dimîne. Divê demildest wesayîtên zirxî û hêzên ewlehiyê ji herêmê bê derketin.”   ‘Dewlet bixwe dike’   Besriyeyê dawiya axaftina xwe de balkişand ser polîtîkayên bêcezabûnê ya li ser jin û zarokan û wiha dawî lê anî: “Hêzên ewlehiyê  û hem jî yên wesayîtên zirxî bikar tînin cesaretê digirin.  Yên dikin ji xwe dewlet bixwe ye. leşker, çawîşê pispor hêzên ewlehiyê dikin. Ji ber vê jî polîtîka bêcezabûnê dimeşînin. Divê muxalefet bêdeng nemîne. Divê ji bajarên rojavayê Tirkiyeyê deng bilind be.”   ‘Butçe ne ji bo zarokan ji bo şer tê veqetandin’   Rêvebera Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ya Tirkiyeyê Ekîn Kamer jî bi lêv kir ku çavkaniyên ku ji bo perwerde, tenduristî û mafên din nayê veqetandin, ji qerekol û wesayîtên zirxî re tê veqetandin û wiha bertek nîşan da: “Pêşroja gel nayê dîtin.  Divê demildest wesayîtên zirxî ji qada sivîl bên derxistin. Zarok li wir bi tirs dijîn. Divê tu car zarokek tiştek wisa nejî.”   Di hedefê de zarok hene   Ekînê destnîşan kir ku pergala kapîtalîzma otorîter ya li cîhanê tê jiyîn, li Tirkiyeyê bi çavsorî tê jiyîn û dewlet ji bo krîzên polîtîk aborî veşêre, bi zor bide qebûlkirin seri li şîdetê dide û wiha bi lêv kir: “Lİ her derê welat şîdet zêde kiriye. Mafê tenduristî, jiyan, beden, tenduristiya zarok di hedefê de ye. Bi rastî jî terorek çavsor li hemû Tirkiyeyê belav kirine.”   ‘Divê têkoşînek topyekun bê dayîn’   Ekînê dawiyê de ev bang kir: “Divê li hemû qadan rêxistin hebin, seferberî hebe. Ne tenê ji bo zarokan ji bo hemû civakê. Tişta dikin ne tenê şîdete. Axa, keviran pêşkêşî hinekan dikin. Hemû welat di bin êrîşê de ye. Divê li dijî van têkoşînek topyekun bên nîşandan.”   ‘Divê hesabê vê bidin me jî’   Hevseroka Partiya Kedê (EMEP) Emîne Uyar jî daxuyakirin ku divê qetilkirina Mîraç bê lêpirsînkirin û wiha dirêjî dayê: “Zarok ji malên xwe nikarin zêde dûr herin. Bavê zarok got, panzerê li kolanê bil ez derbas dibin. Divê ev bên lêpirsînkirin. Em dizanin ku bi vî awayî nêzî 40 mirin pêk hatin. Her wiha yek bepirsekî jî ceza negirtiye. Ji ber vê jî mirin didomin. Divê hesabê vê bidin dê û bavan, bidin me. Mîraç bi formayê Tîma Futbola Galatasarayê wêneyek kişandiye. Kulup di mijarên wisa girseyên berfireh eleqeder dike de dikarin daxuyaniyan bidin. Divê tîma furbolê bi hestiyar be. Ger em aştiyê bixwazin divê sedemên vê bên lêkolînkirin.  Divê her kes ji bo vê têbikoşe, hestiyarî nîşan bide.”