Remziye Mihemed: Îradeya gel ji çekê xurtir e 2021-09-16 09:09:13   Gûlîstan Şahîn   QAMIŞLO - Berdevka Rêxistina Kongreya Star a Rojava Remziye Mihemed êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê nirxand. Remziyeyê bal kişand ser îradeya xurt a gel û got:"Îradeya gel ji çek û hêzên sermayedar xurtir e. Vê îradeyê heta niha dewam kiriye û wê careke din derkeve holê û bi ser bikeve."   Dewleta tirk bi awayekî rojane êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike. Her wiha dewleta tirk bi êrîşên xwe dibe sedema qetilkirina mirovan û li dijî êrîşan heta niha jî bêdengiyek cîhanî û navneteweyî heye. Dewleta tirk bi balafirên bêmirov gelek maşineyên sivîlan dike hedef. Li dijî van êrîşan berxwedana gel dewam dike. Her çiqas êrîşên dijwar jî li dijî Rojava pêk were jî pergala netewa demokratîk ku gel xwe bi xwe bi rê ve dibe û xwe bi rêxistin dikw pêk tê. Berdevka Rêxistina Kongreya Star a Rojava Remziye Mihemed êrîşên dewleta tirk ên li dijî axa Rojava û berxwedana gel a li hember êrîşan nirxand.   'Kiryarên dewleta tirk bi rojane didomin'   Remziyeyê di destpêka gotina xwe de armanca êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê wiha dinirxîne: "Êrîşên li ser Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji aliyê dagirkeran ve bi salên dirêj dewam dike. Di destpêka êrîşan de bi navê çeteyên DAIŞ'ê êrîş dihat meşandin. Piştî rizgarkirina qadên ereban mîna Reqa, Tebqa û Dêrezorê ya ji çeteyên DAIŞ'ê, dewleta tirk bi awayekî eşkere êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir. Her wiha dagirkeriya ku li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî hate kirin heta niha jî dewam dike. Bi awayekî rojane dewleta tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê kiryarên xwe dewam dike. Armanca van êrîşana ew e ku tirsekê bixin dilê gel. Her wiha bi tirsê re dixwazin dêriyê koçberiyê vekin û herêma me ji gelê resen vala bibe. Dewleta tirk herêmên ku dagir dike demografiya wan diguhere û gelê biyanî dixe cihê gelê resen. Dewleta tirk bi gefên ku li dijî Rojavayê Kurdistanê dimeşîne, dibe sedema koçberiyek şerê sipî dike. Dixwaze bi vî hawî bi rehetî herêm jê re vala bibe. Dewleta tirk bi qutkirina ava Firat û Elokê gefê li Rojavayê Kurdistanê. dixwe."   'Dewleta tirk bi êrîşên hewayî komkujiyan pêk tîne'   Remziyeyê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên bi firokan û wiha domand:"Êrîşek hewayî dema li ser welatekî cîran çêdibe, ger destûra wî welatî hebe, tê wateya ku destên wî welatî jî tê de heye. Îro êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi destûra hikûmeta Sûriyeyê pêk tê. Îro dewleta tirk bi êrîşên hewayî gel, zarok û malan rûdixîne û li dijî van êrîşan Sûriye, Rûsya, Emerîqa bêdeng dimînin. Ev yek jî tê wateya ku ew hêzana destûrê didin dewleta tirk. Em wek gel ji bo têkoşîn û azadiya xwe li berxwe didin, lê ev êrîşana ji bo îradeya gel bişkînin pêk tînin. Miqabilê êrîşan berxwedan û têkoşîna gel dewam dike û gelek girêdayî xaka xwe ne. Mînaka herî mezin jî gelê Efrîn, Serêkanî û Girê Spî li kampan li ber xwe didin. Gelê Rojavayê Kurdistanê têkoşînê li hember aborî, şer û dagirkeriyê didin."   'Dewleta tirk bi êrîşan dixwaze dîroka Osmaniyan nûjen bike'   Remziyeyê diyar kir ku dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze dîroka osmaniyan nûjen bike û wiha pê de çû: "Bi salan e di bin banê împaratoriya Osmaniyan de li Rojhilata Navîn dagirkeriyek mezin hate meşandin. Dewleta tirk îro bi êrîşên xwe dixwaze dîroka Osmaniyan li Rojhilata Navîn nûjen bike. Êrîş îro ne tenê li dijî Rojavayê Kurdistanê, di heman demê de li dijî Başûrê Kurdistanê, Iraq, Lîbya û Tunisê jî pêk tîne. Îro gel li vir xweseriya xwe ava kiriye û gel bi xwe Rêveberiya Xweser dide meşandin. Ev hêz ev deh sal in dewam kiriye. Gel bi xweseriya xwe dide nîşandan ku gelek girêdayî Rêveberiya Xweser e. Dagirkeriya dewleta tirk jî naxwaze pergala Rêveberiya Xweser hebe. Her wiha dixwaze hilweşîne û dagirkeriya xwe li ser bimeşîne. Dagirkeriya tirk dixwaze, him xaka Rojavayê Kurdistanê him jî herêmên di hundirê Sûriyeyê de aloziyekê li Rojhilata Navîn derxîne. Lê belê di bin banê Rêveberiya Xweser de pêkhateyên ereb, kurd û suryan herkesên ku bi vê pergalê ve hatine girêdan wek hev dijîn. Dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze xwe bi hêz bike û dagirkeriya xwe li ser gel bide meşandin. Gelê Rojavayê Kurdistanê xwedî li destkeftiyên xwe û xwîna şehîdan ku ev xak bi xwîna zarokên wan hatiye avdan diparêzin."   'Gel xaka xwe ji dagirkeriyê diparêzin'   Remziyeyê polîtîkayên qirêj yên ku dewleta tirk di nava gel de pêk tîne wiha anî ziman: "Dema dagirkerî çêdibe ne tenê xak dagir dibe, kiryarên qirêj jî li ser gel tên meşandin. Dewleta tirk bi kiryarên xwe yên qirêj ku di nava gel de pêk tîne dixwaze hilweşandinekê çêbike. Saziyên ku bi şoreşê re hatine avakirin, îradeya ku gel raber kiriye, dewleta tirk dixwaze bi rêya mîtê û di aliyê şerê taybet de lîstokan di nava gel de pêk bîne. Dewleta tirk dixwaze gel ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bişuxîlîne. Şerekî mezin li dijî gelên Rojavayê Kurdistanê heye. Dixwaze di nava Rêveberiya Xweser de tevliheviyan çêbike û bêmesûliyetîyê bixe nava wan. Loma divê gelê me li hember şerê taybet ku dewleta tirk dixwaze pêk bîne hişyar be. Jin bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek sazî û tevgerên xwe ava kir, loma divê em xaka xwe li hember hemû dagirkeriyê biparêzin."   'Gel şoreşa xwe diparêze'   Remziyeyê îradeya gel a li hember êrîşên dewleta tirk wiha nirxand: "Gel bi rêya pêşengên xwe kar û xebatên xwe mezin û berfireh dikin. Her wiha têkoşînek bê hempa li hember dagirkeriyê raber dikin. Dewleta tirk jî da ku îradeya gel bişkîne, pêşengên gel ên mîna Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hebûn, Yadê Emîne qetil kir. Loma dewleta tirk êrîşên xwe li ser gel û pêşengên me zêde dike. Her wiha kesên ku di nava xebatan de çalak in bi awayekî rojane dikin hedefên xwe. Bi van êrîşan tirs û hilweşandinekê di nava gel de dixwazin pêk bînin. Herî dawî jî jinên pêşeng ên ereb mîna Seda û Hînd hatin qetilkirin û bi vê êrîşê xwestin wekheviya di navbera gelan de xirab bikin. Gel jî îradeya xwe parast û xwedî ax û şehîdên xwe derketin."   'Saziyên Mafê Mirovan li hember êrîşan bêdeng in'   Remziyeyê bêdengiya dewletên navneteweyî û saziyên mafê mirovan nirxand û wiha got: "Têkoşînek bê hempa li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê gel ve tê meşandin. Dagirkeriyek pir hov li dijî gel tê meşandin, lê li beramberî êrîşan bêdengiyek cîhanî heye. Tevahî cîhan çavên xwe li hember kuştina zarok û koçberbûna gel girtine. Saziyên Mafê Mirovan ku bi navê mafê mirovan bang dikin, dema li welatekî zarokek qezayekê derbas dike, bi rojan qala mijarê dikin. Li Rojavayê Kurdistanê gel tê perçiqandin, fetisandin, axa wan wêrankirin û bajarê wan tên talankirin, lê bêdengiyek pir mezin, ji aliyê saziyên mafê mirovan ve heye. Her wiha dewletên navneteweyî dikarin di navbera seatekê de vî şerî bidin sekinandin, lê em dibînin ku ew jî piştgiriyê didin êrîşên dewleta tirk, ji ber berjewendiyên van welatan hemû bi hev re hene. Berjewendiyên wan ên ku vê xakê di navbera hevdu de parve bikin hene. Dema tên hevdîtinê bi me re pêk tînin, bi zimanekî nerm dibêjin em dixwazin vî şerî bitefînin, lê em dizanin tevahî cîhan dijminatiyê ji me re dike. Gelê me bi xwe dikare wê fedekariyê bike ku  parastina xwe bike."   'Têkoşîna gel a li dijî êrîşan dewam dike'   Remziyeyê herî dawî da zanîn ku meşa wan a azadiyê wê dewam bike û wiha bi dawî kir: "Weke gelê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  me îradeyek mezin ava kiriye û me yekpergalî red kiriye. Ev têkoşîn û meşa azadiyê wê her dewam bike, heta ku guhertinên erênî pêk werin. Armanca me ew e ku şoreşa me û pergala ku hatiye avakirin li tevahî cîhanê were qebûlkirin. Dêriyê rûniştin û niqaşan jî ji aliyê me ve vekiriye. Dêriyên me tucaran nayên girtin, lê dijminê me pêşiya me digire û her dixwaze hevdîtinên ku çêdibin bidin sekinandin. Xwediyê gelê bindest tucaran tune ye, encax ew gel dikare serî rake û têkoşînê bike. Azadî nayê dayîn, azadî tê bidestxistin, ji bo wê jî îradeya gel ji çek û hêzên sermayedaran xurtir e. Vê îradeyê heta niha dewam kiriye û wê ev îrade careke din derkeve holê û bi ser bikeve."