ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2021'Ê 2021-09-16 09:00:00   *Polîtîkayên aboriyê ya AKP-MHP’ê xizaniya jinan zêde dike. Duygu Dînler ji bo qada îstîhdama jinê biafirîne bi 13 jinî re li Pulura Dêrsimê atolya tekstîlê vekir, lê ji ber sedemê aborî hat asta girtinê. Duygu bi piştevaniya jinan atolyê li ser piyan digire. BI DÎMEN   *Berdevka Rêxistina Kongreya Star a Rojava Remziye Mihemed êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê nirxand. Remziyeyê bal kişand ser îradeya xurt a gel û got:"Îradeya gel ji çek û hêzên sermayedar xurtir e. Vê îradeyê heta niha dewam kiriye û wê careke din derkeve holê û bi ser bikeve." BI DÎMEN   *Mîraç Mîroglu di encama lêketina wesayîta zirxî de hat qetilkirin û gumanbar polîs hatibû berdan. Li Îzmîrê jinan bertek nîşanê rewşê dan û diyarkirin ku divê hemû muxalefet li dijî vê dengê xwe bilind bike. BI DÎMEN